Polîtîk

Daxuyaniya partî û hêzên sîyasî

Rûdanên vê dawiyê li Herêma Kurdistanê bune cihê xemgînî û dilgiraniyê li cem hemî Dilsoz û niştîmanperwerên Kurd, jiberku li cem me hemiyan rûhin û aşkiraye ku azadî û serbora başurê Kurdistanê rûniya hîvî û ûmêdê xistiye nava mal û dil î deronê her Kurdekî buye tîrek hember çavê dagîrker û nahezên vî gelî.

Rûdanên vê dawiyê yên lezgîn li welatên Erebî ku buyîne egerênm rakirina Dîktatoriyetê û xwe sepandinê, cihê dil xweshî û pishtgirî û welatên Dîmokratî û tev gelên serbest û azade, gelê Kurd jî ku xodanê dîrokeka pir serbor û qorbanî danê ye pêxemet gehiştin bi azadî û serbixweyî û roxandina diktatoriyetê û avakirina jiyaneka aram û dîr ji zûlim û sitemê û ne dadperweriya gelên herêmê û îro di sîya xebat û xwêna canguriyan karîn di parçekê Kurdistanê da desthelatê bigrin dest û rengekê azadî û dîmokratiyê bu hevwelatiyan dirust bikit û êdî civaka Kurdî li pash guh nehête avêtin û jêr destê gelên dagîrker ne bît, û hevwelatiyê Kurd bi azadî bijît û xodan perlemêntu û Desthelat ( Hikomet ) û Yasa û Destora xwe bît, û bikarît mîna di her civakeka şaristanî da tevî bît di rêvebirina welat û mîna biçûktrîn mafê xwe bu gehiştina daxwazên xwe bi rêya xwepîşandanan hebît.

Livir erkê ser milên kes û civakê û aliyan ku di çarçovekî da van çalakiyan organîze bikin ku li her tundutîjî û karên hovîtî û dûr ji sharistaniyetê û sextekariyan dûr bît û saziyên mîrî ( Hikomî ) û partayetî ( Hizbî ) û yên hundrî nekene armancên wêran kirin û dest dirêjiyê ku encamê wê têkdana barê ewlekariya rûniştvanên Kurdistanê bît û destê têkderê nahez û dujminên derve hebît bu dirust kirina têkdan û jinav biirna serbora me û dîsa dobarekirina serdemê tal yê şerê bira kojiyê û rêştina xwêna hevwelatiyên bê gonehê vî gelî bi destê xwe, ku eve jî di berjewenda çi kes û aliyan da nîne.

Ewa ku van çend rojên çoyî da rûdayî û em bi xwe dîdevan ( şahid ) buyînji bilî şer û têkdanê û koştin û birîndar buna hevwelatiyan çi encamek ne bu, belkî metirsiya karesateka mezintir hebe ku piştra kontrola wê ji destê kesê ne mîne û me di karwanekê xirab da bibe, ku paşeroja welatê me tarî biket.

Ji ber wê yekê pêdvî dizanîn ji hest kirin bi berpirsiyaretiya niştîmanî daxwazê ji cemawerê bi emek û şerf û tev aliyan bikeyîn ku bizavê bikin bi aştî û ruheka hevdo qebul kirin kar bikin digel hevdo û hemî bihevra rewşa niha ya başurê welat aram û tena bikin, û dîsa dan û sitan ser aştî û yek rêziya mala Kurdî û tebayîya niştîmanî biken bi avakirina komîteyeka vekolînê bi lez û lezgîn  tev arîşe û pirsgirêkan çareser bikin û mîkanîzmekî baş da binin bu baştir kirina jiyana Hevwelatiyan û gehandina pitir xizmet guzariyan bi tev alî û çîn û saziyên civaka xoştiviya Kurdî.
Bi Hîvî û Ûmêda nîşandana rîyekê şaristanî û nimoneyî ya desthelatdariya Kurdî li herêmê.

 

Hizar silav ser canê pîrozê canguriyên Kurdistanê û mirin û ser shorî bu Dujmin û nahezên Kurd û Kurdistan

 

Parti Demokat Kutdistan (PDK)

 

Yekitinistimani Kurdistan (YNK)

 

Parti  Sosyalisti Kurdistan (PSK)

 

Parti  Demokrat Kurdistan (PDK-Bakur)

 

Parti  Islami Kurdistan-Bakur (PIK)

 

Hizbi Demoqrat Kurdistan-Iran (HDK-I)

 

Parti Azadi Kurdistan  (PAK)

 

Komala

 

Parti Demoqrat Kurdistan-Iran(PDK-I)

 

Partiyen Yekgurtiyen  Demoqrat Kurdistana-S(P.Y.D.K-S)

 

 

 


Hevkariya Partên Kurdistanê li – Elmaniya 
 04.03.2011       

 

Back to top button