Nivîsar

Daxûyaniya Muslim û rastiya siyaseta PKKê

Berpirsê têkiliyên derve yê TEV-DEMê Salih Muslim daxûyaniyek ya xwe de dibêje: Her demî diyaloga me li ger rejimê hebûye û bi hatina Amerika ev diyalog qut nebûye.

Muslim daxûyaniya xwe de dibêje: Em xwedîyî sistemekî ne, em li Suriye guhertinê dixwazin, em parçeyek ji Suriyene. Projeyek ya me heye û em biryara xwe de azadin.

Dema mirov li vê daxûyaniyê dinêre wek daxûyaniyek ormal dixweyê. Lê dema mirov helwesta siyasî ya PYDê li roavayê Kurdistanê dibîne û tiştên berpirsên vê tevgerê duh gotin û îro dibêjin, ji hemû etiqa siyasetê dûr e.

Ji xwe di serî de PYD projeyek ya PKKê, Îran û rejima Suriye bû. Ji bo vê yekê her demî e tenê wek bûyerek siyasî diyaloga wan bi rejimê re hebûye, wek rêxistinek ku fermana xwe ji rejimê digire kar kirine û dikin.

Tu cara lingê rejimê li deerên rojavayê Kurdistanê qût nebûye. Heta niha jî mûçeyên karmendên ku li rojava ji bo hukumetê kar dikin ji Şamê tê. Ji dadgehê bigre heta banka hemû dezgehên rejimê li herêmên Kurdistanê hene. Muslim daxûyaniya xwe de rast dibêje, lê derewekî dike , ew di biryara xwe de ne azadin.Ji ber ku nawenda biryara wan Qendîl û Şam e.

Ji xwe hêzên çedarên PKKê li hemû derên Suriye wek hêzên rejimê li dijê DAÎŞê şer kirine û heta niha jî li deverên ne Kurdistanin şer dikin.

Muslim dema behsa diyalogê û siyaseta xwe dike rastiya vedişêre û tiştên ku dibêjê jî wek daxûyaniyên normal têne dîtin.

Di vê derbarê de medya Kurdî kerr û lal e yan jî bi gelek zanebûn propaganda siyaseta PYDê li Suriye û rojavayê Kurdistanê dike. Qasê medya Başûr taybetî beşê ku latinî weşanê dike, propaganda siyaseta girêdayê PKKê dike medya PKKê bi xwe ewqas bi zanebûn propaganda xwe nake. Armanc ji vê çiye ? nayê zanîn .

PKK û medya pêve girêdayî bi hemû awayî şerê desthilata Başûr û taybetî ya PDKê dike. Lê medya wan pişgiriya siyaseta PKKê gelek eşkere dike. Ji bo vê jî gelek cara nûçeyên rojavayê Kurdistanê bê nirxandin didin û şirove nakin.

Ev yek bi xwe dibe sedemek ku PKK di siyaseta xwe de serdikeve.

Başe ma medya Başûr nizane ku, di serî de PYD projeya kiye? Ji bo çi dema behsa şerên YPGê li deverên ereban cihên wek, Reqa, Dêrezor û rojhilatê Firatê dikin her tiştekî wek bûyerek xwezayî didin?

Pirsek derdikeve holê. Gelo eger Pêşmergeyên Kurdistanê li deverên ku ne di nava sinorên Kurdistana Başûr de, li bajarên Ereba yên Iraqê şerê DAÎŞê kirîbûne dê heman medyayê çewe ev nûçe dabûna. Eger bi hezaran pêşmerge li deverên wek Embar û Felûca şehîd bûne,dê rewşenbîr û siyasetmedarên Kurdistana Başûr ev yek çewe şirove kirîbûna?

Rastiyek heye ku, heta rastiya PKK û aliyên pêve girêdayî baş newê têgihandin tu cara tevgera kurd pêşiya xwe baş nabîne û her dê bê leyiztikên PKKê destkeftiyên netewî winda bike.

Nûça/Analiz

Back to top button