Civak

Daxuyaniya hukumetê li se krîza benzînê

Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê li ser bilindkirina buhayê benzînê û ew reaksiyonên li ser çêbûyn, daxuyaniyek da:

Parlamentoya Kurdistanê û endamên komisiyona pîşesazî enerjî û çavkaniyên xwezayî a parlamentoyê û hemû alî van rastiyan baş dizanin ku:

1- Hikûmeta herêma Kurdistanê neçar e rojane bi milyonan dolaran ji bo rêvebirin û dabînkirina pêdawîstiyên cengê li dijî DAÎŞê xeric bike.

2- Ji meha yekê îsal hikûmeta Îraqê budceya herêma Kurdistanê birîye ku ev jî bûye sedema sereke ya serhildana kirîza êkonomî li herêma Kurdistanê.

3- Hemû dahatiniyê firotina neftê têra dabînkirina miaşê karmendên herêma Kurdistanê nake ku, miaşê wan yê mehane zêdetir ji 850 milyar dolar e.

4- Barekê giran li ser milê hikûmeta herêma Kurdistanê ye, hikûmet divê jiyana 1.4 milyon penaber û koçberan; penaberên surî, koçberên navxweyîya îraqê û yên din dabîn bike. Ev hijmara zêde ya penaber û koçberan weke wê ye ku, wîlayetek din li herêma Kurdistanê zêde bûbe.

5- Vê rewşa nexwesteke wisa kiriye ku, li hindek deveran; weke Kerkûkê buhayê yek lître benzîn bi 1200 dînaran be.

6- Hikûmetê buhayê benzînê ji bo yek lître benzîn bo taksî û otobus 500 dînar danaye, bi vî awayî hikûmetê rewşa kêmderametan li ber çavan girtiye. Bi heman awayî bo nefta sipî jî bo her lître 160 dînar e.

Rewşa heye derveyî xwestek û destjilata hikûmeta herêma Kurdistanê ye, hikûmet hertim xwestiye û dixwaze (weke çawa berê kiribû) sotemeniyê û bi taybetî benzînê bi buhayekî erzan bigehe hevwelatiyan. Lê di vê rewş û kirîza êkonomî a dijwar de, ji ber wan sedemên me li jor behiskirin, hikûmet nuha nikare bi wê buhayê berê benzînê dabîn bike. Ji ber ku di îmkanên hikûmetê de nîne û nikare hersal zêdetir ji 5 milyar  dolaran ji bo piştgiriya sotemeniyê dabîn bike, hikûmeta herêma Kurdistnê bi tenê 1 150 000 dolaran bo veguhastina bezîn û gazoîl û dîzil xeric dike, ev jî çênabe mirov çavê xwe li ser wan hemû xerciyên mezin  yên sotemeniyê bigire ji bona ku benzîn weke xwe bimîne.

Eger hikûmet xerciyên piştgiriya sotemeniyê kêm neke, di rewşeke weke îro herêma Kurdistanê tê de derbas dibe, ne dikare miaşê karmendan dabîn bike û ne jî kar û wezîfeyên xwe birêve bibe. Ev hemû pirsgirêk bûn sedemê çêbûna vê kirîza heye û hemû aliyên peywendîdar; parlamento, hikûmet û aliyên siyasî vê rastiyê baş dizan in. ji ber hindê diyarkirina  her buhayekî ji bo benzînê biryara hemû aliyên beşdar di hikûmetê de ye û her gotin û axaftinek din li ser vê pirsê ji her aliye ve bê gotin bi tenê piropagendeya siyasî ye netiştek din.

Heta ev kirîz çareser nebe, kêmkirina buhayê benzînê di îmkanên hikûmetê de nîne û nikare buhayê benzînê di vê rewşê de kêm bike. Ji karên pêşîneyên hikûmeta herêma Kurdistanê dabînkirina û parastina amniyet û aramî û ser û mal û jiyana hevwelatiyên Kurdistanê ye û ev jî ji hemû tiştên din giringtire. Kengî ev kirîza heye çareser bû, hîngê hikûmet dê bikare çareseriyekê bo pirsa benzînê jî bîne.
 

Back to top button