Daxuyaniya DYA’yê li ser hevdîtina Tirkiye û rejîma Esad
Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîka Ned Price daxûyakirin ku welatê wî piştgiriyê nade dubare vegerandina pêwendiyan bi “dîktatorê hov, Beşar Esed” re.
Price got ku Washington ji hemû hevalbend û hevkarên xwe re eşkere kiriye ku niha ne dema asayîkirin an başkirina pêwendiyan bi rêjîma Sûriyê re ye.
Price bal kişande ser wê yekê, welatên ku dixwazin pêwendiyên xwe bi Esed re asayî dikin, divê ji nêzîk ve li binpêkirinên mafên mirovan ên rejîmê yên 12 salên borî binêrin.
Duhî jî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî diyar kir, ew dizanin Amerîka li dijî asayîkirina pêwendiyên Enqere û Şamê ye, lê heta niha Amerîka pirsa nêzikbûna Tirkiye û Sûriyê ji wan nekiriye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand jî, Amerîka ligel Netewên Yekgirtî û hevpeymanên xwe kar dike da ku çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re peyda bikin.
Ev daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka di demekê de ye, roja 28ê Berfanbara 2022an wezîrên berevaniyê yên Tirkiyê û Sûriyê bi navbênkariya Rûsyayê li Moskoyê civiyan û biryar e Wezîrê Derve yê Tirkiyê jî di nîva duyem a vê mehê de bi hevtayê xwe yê Sûriyê re jî bicive.