Daxuyaniya civîna serokwezîr û wezîrê nefta hikûmeta Îraqê
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, îro roja pêncşemiyê 13.11.2014ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Adil Ebdulmehdî wezîrê nefta hikûmeta Îraqê kir.
Di civînekê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê amade bû, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û bi taybetî dosyeya neftê û pêngavên ji bona çareseriya wan pirsgirêkan tên avêtin hatin gotûbêj kirin.
Di civînê de, piştî dosyeya neftê bi awayekî dûr û dirêj hatî minaqeşekirin, her du alîyan li ser wê yekê li hev kir ku, çareseriyeke giştî bo pirsgirêkên navbera hikûmeta federala Îraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê bê dîtin, û piştî çend civînan, li ser navê her du aliyan daxuyaniyek bi navê; daxuyaniyek ji civîna navbera serokwezîrê herêma Kurdistanê û Adil Ebdulmehdî wezîrê nefta hikûmeta Îraqê derket û li gor wê daxuyaniyê, weke pêngava yekemîn her du alî li ser van xalên li jêr li hev kir:
1- – Hikûmeta federala Îraqê 500 milyon dolaran bi hikûmeta herêma Kurdistanê bide.
2- – Hikûmeta herêma Kurdistanê dê rojane 150 hezar bermîlên nefta xam bixe jêr destê hikûmeta federala Îraqê.
3- – Birêz Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di çen rojên bên de, ji bona çareserkirina timama pirsgirêkên hilawîstî bi awayekî yeksan û destûrî, dê bi serokatiya şandeyekê serdana Bexdayê bike.