Polîtîk

Daxuyaniya Amerîkayê di derbarê kabîneya nû ya Sûriyê

Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê kabîneya nû ya li Sûriyê de daxuyaniyek da. Di daxuyanîyê de dibêje, em hêvî dikin ku, hukumeta nû temsîla hemû aliyan bike û ji bo welat gavek erênîbe.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce di civîna çapemeniyê ya rojane de pirsên rojnamevanan bersivand.

Li ser pirsa gelo kabîneya nû ya ku li Sûriyê hatiye avakirin dê ji bo rakirina cezayên li ser wî welatî têrê bike yan na, Bruce diyar kir ku zanyariyên wan hene ku hikûmeteke veguhêz li Sûriyê hatiye avakirin.

Bruce got ku gelê Sûriyeyê bi salan di bin zilm û zordariya rejîma Esed a “despotîk” de maye û got, “Em hêvîdar in ku kabîneya ku nû hatiyî avakirin, ji bo Sûriyeyê bi giştî, nûnertîyê bike û gaveke erênî be.”

Bruce got ku Amerîka dê berdewam be li ser şopandina geşedanên ji bo piştrastkirina rakirina sizayan, û got ku ev yek dê hewce bike ku “desthilatên Sûriyê bi tevahî terorê red bikin û tepeser bikin, nehêlin ku terorîstên biyanî cihên fermî werbigirin, nehêlin Îran û alîgirên wê xaka Sûriyê binpê bikin, çekên kîmawî yên rêjîma Esed tune bikin, alîkariya dîtina hemwelatiyên Amerîkî û kesên din ên ayînî û wendayan li Sûriyê bikin.”


Back to top button