Polîtîk

Davutoglu: Ez bitirsim kesek kiset nake

Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu ji rojnama Financial Times li gel Laura Pitel hevpeyvînek kir. Davutoglu di vê hevpeyvînê de behsa rewşa Tirkiye dike û bersiva hinek pirsên girîng dide.

Davutoglu dibêje ku, AKPê gelek qîmet dida edalet û azadiyê.Lê van 3 salên dawî li gora ku ez dibîm ji dev van berdaye , min di jiyana xwe hemûyê de gelek qîmet daye edalet û azadiyê.

Davutoglu rexne li sîstema serokatiyê jî dike û dibêje: Hêza di destê serokê AKPê Tayib Erdogan de, zererê dide binyata ku dewlet liser çêbûyî. Ev yek dezgehan zeyif dike.

Ahmet Davutoglu di derbarê partiyek nû de jî dide xûyakirin ku, ew hêja endamê AKPê ye, ji bo guhertinên di nava AKPê de xwe berpirsiyar dibêne, lê ne bi hêviye. Davutoglu ji bo damezirandina partiyek nû jî tu demek diyar nekiriye.

Li ser pirsekî Davutoglu behsa hevserokê berê yê HDPê Demirtaş jî dike û dibêje: Ev pirsek desturiye, lê piştî min îstifa kirî 6 mehan Demirtaş hatiye girtin.

Davutoglu behsa rewşa medya Tirkî jî dike û dibêje: Dema min xwest ku ez dîtinên xwe bêjim û pêvajoyek nû bidim destpêkirin, medya ji bo min ne vekirîbû. Çend rojnemevana ez ji bo bernameyên xwe kirim mêvan, wek Yavuz Oghan, Ismail Saymaz û Akif Beki. Lê li Sputnik, RS FMê de bernameyên wan rakirin.

Davutoglu di dawiya hevpeyvîna xwe de dibêje ku, min gelek bi zanebûn di derbarê nepotizm û têkçûna civakî de minaqeşeyek da destpêkirin. Ji ber ku wek serokwezîrek berê ez bitirsim hemwelatî xeber nadin. Eger tu ji fikirandinê û axavtinê bitirsî çareserî ji tiştekîre nayê dîtin.

Back to top button