Nivîsar

Darekê biçîne ku ber (fêkî) bide

Serok, rêvebir û kadroyên ku bi hişmendî û xeyalên berî 40 salî siyasetê dikin, divê bifikirin û vê yekê baş binirxînin. Serok, rêvebir û kadroyên ku zarokên xwe dûrî xebata netewî dikin û di nav refên xwe de bi cîh nakin…

Nûrî çelîk

Meriv karekî dike, dikanek yan kargehekê vedike ku berhemekê jê bistîne û qezencekê jê bike. Dara stewr ber nade, fêkî nade û tenê wek dîmenek ji dîmenên xwezayê dimîne. Dara stewr û bê fêkî wek tabloya ku di mûzexaneyê de ye û tenê ji bo temaşekirinê ye. 

Kesên dewlemend û karsazên ku îro dewlemendên welatê xwe ne, ji gavên piçûk dest bi bazirganîyê kirine. Pêşî li vir û wir kar kirine, ked dane, xwêdan rijandine heta ku çend qirûş danîne ser hev û pê dikanek piçûk vekirine. Piştre ew dikan gav bi gav, piçik bi piçik mezintir kirine, kirine kargeh û her ku çûye şax û per pê vekirine û bûne şîrketên herî mezin, bûne holdîng. Kesî nedaye du navê mezin, nav ji bo wan tenê nîşan e, sembolîk e. Ji bo wan a esasî  û girîng naveroka rêbaz û bernameyên wan e, plan û projeyên dûr û nêzîk ên bazirganîyê ne. Ji nav zêdetir a ku wan bi ser dixe aqil û hişmendîya bazirganîyê ye, bazirganîya li gor şert û mercên rojane, mehane, salane û konjonktora herêmê û dinyayê ye. Bazirganê ku xwe li gor konjonktora cîhanê nehûne û di wê de nejî, winda dike, zirarê dike û hetta li pataxê dikeve, top davêje.

Di siyasetê de heman tişt e. Ji ber ku siyaset li ser bingeha aborîyê hatiye sazkirin û siyaset aborî û berjewendî bi xwe ye, siyaset jî xwe bi heman konjonktorên herêmî û cîhanî dihûne û li gor wê gavan davêje, rê û rêbaza xwe li gor şert û mercên heyî amade dike. Siyaseta ku xwe li gor şert û mercên heyî nehûne û xwe li gor pêwistîyên demê amade neke, bi ser nakeve. Şert û şirûd, pêwistî û hewcedarîyên dema îro çi bin, divê tu xwe li gor wan amade bikî, rê û rêbaza xwe, bername û armanca xwe li gor rewşa îro rêz bikî. Helbet wê armancên te yên dûr û mezin û stratejîya te jî hebe, lê tu nikarî armancên dûr û mezin di siyaseta rojane û demkî de bidî pêş. Heke te da pêş, tuyê di siyaset û pêşketina partî yan dezgeha xwe de biteqinî û di cîhê xwe de bihejmêrî.

Îro rewşa Bakurê Kurdistanê û bi taybet jî rewşa tevger û partîyên ku dibêjin em Kurdistanî ne û navê Kurdistanê li ser amblem û tabelayên wan e, kifş û zelal e. Ev partîyên ku her roj bi paş de diçin û di doza netewî de nikarin gavekê pêş bikevin, divê sebebê vê yekê baş binirxînin. Serok, rêvebir û kadroyên ku bi hişmendî û xeyalên berî 40 salî siyasetê dikin, divê bifikirin û vê yekê baş binirxînin. Serok, rêvebir û kadroyên ku zarokên xwe dûrî xebata netewî dikin û di nav refên xwe de bi cîh nakin, divê vê yekê baş binirxînin. Kesên ku naxwazin jiyana zarokên xwe têxin xeterê lê dixwazin bi armanc û daxwazên mezin berê zarokên xelkê bidin mirinê, divê baş bifikirin. Divê bersiva pirsa „ev partî çima mezin nabin, çima bi pêş nakevin, çima xelk xwe ji wan dûr dixin?“ bidin.

Birastî çima ev partîyên ku navê Kurdistanê li ser wan e mezin nabin û bi pêş nakevin? Sedem çi ye?

Di welatekî wek Tirkîyê de, ango di welatekî ku hebûna wê li ser înkara Kurd û Kurdistanê hatiye avakirin de, nav û bikaranîna nav gelek girîng e. Hem girîng e, hem jî xeterek mezin e. Tirs e, xof e, gef û kujtin e. Di navê partîyekê de Kurdistan hebe erênî ye, pozîtîf e, propaganda ye. Lê li alîyê din sebeba tirsê ye, sebeba girtin û hepsê ye, sebeba lêdan û kujtinê ye jî. Heger navê Kurdistanê tenê wek sembol li ser amblem û tabelayên te bimîne, xelk ji ber wî navî newêribin xwe nêzîkî te bikin û bi te re kar nekin, çi fêda wî navî heye? Helbet her Kurdê welatparêz û xîretkêş Kurdistanek serbixwe dixwaze. Wek M. Mistefa Barzanî gotibû, di dilê her Kurdekî de Kurdistanek serbixwe heye. Lê xwestina dil tiştek e, û şert û mercên ku siyaseta legal lê bê kirin tiştekî din e. Heger navê Kurdistanê ji siyaseta te ya legal û ji pêşketina te û partîya te re rêgir û asteng be, hebûn û tunebûna wî navî ne ewqasî girîng e. A girîng rê û rêbaz e, naverok û daxwazên bername û programa wê tevgerê yan wê partîyê ye.

 Li gor min, yek ji sedema ku xelk xwe ji partîyên Kurdistanî dûr dixin û naxwazin jiyana xwe têxin xeterê, navê Kurdistanê ye. Bi taybet jî li welatekî wek Tirkîyê ev nav ji Kurdan re sedema serêşandin, girtin, lêdan û heps, talan û koçberî ye. Helbet Kurd ne tenê ji bo navê Kurdistanê, lê ji ber ku Kurd in jî tên girtin û kujtin. Lê di siyaseta legal û meşrû de û di navê partîyê de bikaranîna navê Kurdistanê, di şertên îro de dibe sebebê paşketin û dûrketina Kurdan. Bêguman di şert û mercên şerê çekdarî de rewş cuda ye, tu dikarî ji serî heta binî navê Kurdistanê li tevger yan partîya xwe bikî. Ji ber şer e û bê minnetî ye. Lê heger tu bêjî ezê di qada legal de siyaseta legal û meşrû bikim, navê Kurdistanê hebe yan tunebe zêde ne pirsgirêk e. Wek min go, a girîng rêbaz û bernameya partîyê ye, naverok e, daxwaz û hedefên partîyê ne. 

Mebesta min a vê nivîsê û di navê partîyê de bikaranîna navê Kurdistanê ev e; heger rojek ji rojan tevger, rêxistin û partîyên Kurd yan Kurdistanî bên ba hev û hewla yekîtîyek siyasî yan enîyek netewî bikin, divê bikaranîna navê Kurdistanê nekin pirsgirêk û nekin qeyd û şertên yekîtîyê. Kurdistan di dilê her Kurdê welatparêz û xîretkêş de ye. Ji qewla Mam Celal ve, kîjan kûçik kurê kûçik li dijî Kurdistanek serbixwe ye ?

A girîng ne nav e, ne slogan û pankart in. A girîng armanc in û bi rêya wan armancan emê çawa xwe bigihînin  Kurdistanê.  Yanî; ji me re dara ku ber û fêkî bide pêwîst e, ne dara stewr û bê ber û fêkî. 

Bi gotina dawî; rahiştina kevirê giran alameta nelêdanê ye. Ê ku serî dişkîne kevirê piçûk e. Gav û daxwazên piçûk rê ji serketinên mezin re vedikin wesselam….

Back to top button