Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiye (PDK-T), li ser hewldana derbeya leşkerî daxuyaniyekê li rayagiştî belav kir, di daxuyaniyê de wiha tê gotin:”Li Tirkiyeyê di 15ê meha tîrmehê de hewldan ji bo kûdatayek eskerî hate lidarxistin. Ev hewldan a ku piştgîriyek xûrt ji fermandarên leşkerî ve wernegirt, piştî çendîn saetan hate vemirandin.Di vê demê de xelkên Tirkiyeyê, muxalefeta Tirkiyeyê, medyaya Tirkiyeyê bi yekdengî li dij hewldan a derbeya eskerî rawestiya. Ev yek bû bîngeh a sereke ji serneketina derbexwazan re.Partiya me, xwedî nirxên demokrat û bawermendê pêvajo û sistema demokrasiyê ye. Di vê rê û baweriyê de tevdigere. Di vê çarçoweyê de rizamandê çalakiyên gelerî li dij hewldana cuntaya leşkerî ye û baweriya xwe bi struktur û xebata siwil – demokratîk heye.Evê hewldana kûdataye eskerî carek din diyar kir ku- Sistema dewletî ya Tirkiye divê nû bibe, Sîstema demokrasiya Tirkiye divê nû bibe. Di vê reorganîzasyon a demokrasî û dewletê de, çareseriya pirsa Kurd u Kurdistan dive cîhek sereke werbigire. Bêyî nasandina mafên rewa yên neteweyê Kurd, ne demokrasî û ne dewletek ewle û qayim li Tirkiye dikare pêk were.Em hêvîdar in, ev rûdan a dawî bibe ders û ezmûnek ji bo Tirkiyeyê ku rêyek aştiyane, demokrat û şaristan bide pêş xwe. Ji ber ku ev rê ye ya ku dikare bibe demanek ji bo pêşerojek asodar ji bo Tirkiye jî û neteweyê Kurd jî…”Rojhat AmedîBerdevkê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye