Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî li Bexdayê di kongreyeke rojnemevanî de derbarê danûstendinên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê de axivî û aşkere kir danûstendinên wan ligel hikûmeta Iraqê şikest nexwariye.
Qubad Talebanî di kongreyeke rojnemevanî de da zanîn Hewlêr û Bexda li ser yasaya bûdçeya sala 2021ê li hevdu kirine.
Herwiha Talebanî da zanîn danûstendinên wan ligel hikûmeta federal berdewam dike ew daxwaz ji Bexdayê dikin beriya sala nû pişka Herêma Kurdistanê bişîne.
Qubad Talebanî amaje bi wê yekê jî kir wê sala 2021ê saleke giran be ji aliye abûrî û tekez kir pêwîstî bi karê hevbeş heye û Herêma Kurdistanê û Iraq hevkar bin ji bo derbaskirina qeyrana aborî û ti alî qeyranên aborî nekin mûzayedeyên siyasî.