
Diyaloga di navbera herdu aliyên Kurd, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurd (PYNK) rawestiyaye. Piştî civînên herdu aliyan li gel nûnerên Amerîka, di destpêka meha Sibatê de, dihat pêşbînîkirin ku hefteya borî xuleke nû ya danûstandinan dest pê bike, lê heta niha tu hevdîtin di navbera herdu aliyan de nehatine encamdan û tu soz jî ji bo civînan nehatine destnîşankirin.
Krîzeke din di navbera ENKSê û PYNKê de destpê kiriye. Hinek berpirsên niha dibêjin, divê PYNK ji ber gotinên Endamê Encumena Serokatiya PYD Aldar Xelîl di derbarê Pêşmergeyên Roj de lêborînê bixwaze.
Di wan demên dawiyê de, ji ber daxuyaniya Aldar Xelîl ya derbarê Pêşmergeyên Rojava de û bersivdanên rayedarên ENKSê, metirsî li ser pêşeroja danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê çê bibû.
ENKSê diyar dike ku Aldar Xelîl li dijî Pêşmergeyên Roj gotinên ne di cihê xwe de gotiye, lewma jê xwest, lêborîna xwe bixwaze.
Endamê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd ji Rûdawê re ragihand, ku ne tenê lêborîn, divê ew dest ji gotinên xwe yên tûnd berde û got ku ew ji bo qonaxa sêyem ya danûstandinan amade ne, lê bi gotina wî nabe ew danûstandinê bikin û li aliyekî din jî ew bêne îstifzazkirin.
Endamê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd wiha got: “Dema em dibêjin bila lêborînê bixwaze em nabêjin em dê wî biçûk bikin û xwe mezin bikin. Dema lêborînê bixwaze dê xwe mezin bike û dê baweriyê bide xelkê. Yekrêzî di paşeroja Rojavayê Kurdistanê de mijareke girîng e. Dibêjin ku ‘dema em bi ENKSê re dirûnin em xiyanetê li xwîna şehîd û malbatên wan dikin, dema em danûstandinan dikin tu dibêje qey em ligel Tirkiyê dikin û ENKS di xwîna şehîdên me de şerîk e’. Madem wisa dibêjin çima ligel me danûstandinan dikin.”
Newaf Reşîd herwiha diyar kir ku ji bo yekrêziyê wan gelek tawîz ji xwe dane û got: “Me tehemûla gelek tiştan kiriye û me gelek tiştên xwe dane paş. Heta niha jî ji girtiyên me çarenivîsa Fûad Îbrahîm, Emîrxa Hamid, Behzad Dûrsin û Cemal Îbrahîm û çend kesên din ne diyar e. Ev yek ji mercên me yê sereke bû, lê me dest jê berda. Berî niha jî baregehên ENKSê hatin şewitandin û mamosteyên Kurdî hatin desteserkirin. Rojane heqaretê li Pêşmergeyên Roj dikin. Divê me lê aliyê din wê helwesta wî qebûl neke.”
Nûrî Mehmûd: Divê aliyê siyasî li ser peymana civakî lihev bikin
Ji aliyê din ve Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd ji Rûdawê re ragihand, ku divê aliyên siyasî yên Kurdî li ser peymaneke civakî li hev bikin û destkeftan biparêzin.
Nûrî Mehmûd dibêje, ew peymana civakî bibe weke destûrek ji bo hemû aliyan û bikeve xizmeta doza Kurdî li Rojavayê Kurdistanê.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî duh ragihandibû ku ti sedemek nîne herdu aliyên Diyaloga Kurdî-Kurdî, ENKS) û PYNK li hev nekin û daxwaz ji herdu aliyan kir ku ji bo yekrêziya Kurdan pêk fedekariyê bikin.
Mazlûm Kobanî diyar kiribû ku li ser pirsên siyasî û îdarî nêrînên wan weke hev in û gotibû: “Her çend şer bidomin û nakokî derkevin, divê nakokiyên kurdî li pêşiya pêkanîna yekitiya kurdî nebin asteng. Di civakan de bi giştî nakokî derdikevin, ne tenê li cem Kurdan. Gelek gelên ku nakokî di navbera wan de hebûn, niha bûne civakên herî xurt, ji ber ku xwe kirin yek û nakokî derbas kirin. Divê aliyên siyasî hemû berjewendiyên xwe yên kesayetî deynin aliyekî û ji bo berjewendiya gelê Kurd kar bikin. Di vê dawiyê de ji bo pêkanîna yekitiya Kurd, gelek pêşketinên erênî çêbûn.”
Her duh Endama Desteya Hevserokayetiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foze Yûsif ji Rûdawê re derbarê Diyaloga Kurdî-Kurdî ya di navbera aliyên Rojavayê Kurdistanê de gotibû ku ew naxwazin derfeta dîrokî ji dest bidin.
Foze Yûsif wiha axivîbû: “Ez di wê baweriyê de me gelek sedemên hene em yekîtiya xwe pêk bînin. Bi min bi demerê nakokî dê bêne çareserkirin û divê em di vê pêvajoyê de bi hesas nêzîkî mijarê bibin. Herwih hemû ali divê bi berpirsyarî tevbigerin. Em wek PYD dikarin bibêjin em bi ti awayî amade nînin vê derfeta dîrokî ji dest bidin, bi nêrîna me tiştek nîne li ber me bibe asteng ku yekîtiya xwe ava bikin. Divê em ji dîroka xwe dersê werbigirî. Divê Kurd vê derfetê ji dest nede daku tiştên di sedsala borî de dubare nebin.”
Di 17ê Hezîrana 2020 de şandên herdu aliyên PYNK û ENKS bi amadebûna nûnerê Amerîkayê, li bajarê Qamişlo bi rêya daxuyaniyeke hevbeş ragihandin, ku gihîştineke lihevkirineke siyasî ya hevbeş.
Li gor wê lihevkirina siyasî ya hevbeş, Rêkeftina Duhokê ya sala 2014 dibe bingeha danûstandinên navbera herdu aliyan.
Piştre qonaxa duyem a danûstandinên PYNK û ENKSê dest pê kiribû û li gor daxuyaniyên berpirsên herdu aliyan, di wê qonaxê de jî wan pêngavên baş avêtine û di piraniya mijaran de ew gihîştine rêkeftinê.
Aldar Xelîl di rojên destpêka meha Çileya 2021 de di hevpeyvîneke ligel medyaya nêzîk PKKê de, Pêşmergeyên Roj weke ‘çeteyên Tirkiyê’ bi nav kiribû û gotibû: “Pêşmergeyên Roj yê rastî pêşmerge nînin, Çete ne. Di destê dewleta Tirk de bûne çete. Li Şingalê û li Qendîlê bikar anîn. Kesên çetetî kirine rast nîne li Rojava wezîfeya eskerî bikin.”
Aldar Xelîl herwiha dabû zanîn ku wan xwestiye hilbijartin çêbibin, lê bi gotina wî “ENKS bêyî hilbijartinan dixwaze bibe xwediyê niviyê rêveberiyê, lewma niha danûstandin sekinîne.”
Jêder:Rûdaw