Polîtîk

Danîmark çavdêrî li hilbijartinên Kurdistanê de dike

Îro çarşem 04.09.2013 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Gêrt Mînk Balyozê Danîmark li Iraqa Federal kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Danîmark xweşhaliya xwe ji bo rexsandina vê hevdîtinê û hatina xxwe ya Herêma Kurdistanê û dîtina wan hemû pêşketinan nîşan da û eve jî ragihand, her çende Balyozxaneya wan ya li Bexda hatiye girtin, lê belê hez dikin li Herêma Kurdistanê de çalakiya wan hebê û nivîsîngeha bazirganiya welatê wan li Hewlêrê vekin û balkişand li ser wê yekê ku ji bo vê mebestê Wezîrê Bazirganiya Danîmark sala pêş de serdana Herêma Kurdistanê dike.

Balyozê Danîmark meyla karkirina kompanyayên Danîmarkiyan li Herêma Kurdistanê bi Serok Barzanî ragihand û balkişand li ser wê yekê ku ew dixwazin beşdarî li vê rewşa aramiya aborî û bazirganiyê bikin ku li Herêma Kurdistanê de heye û aboriya Herêmê jî bi aboriyekî lezgîn wesifkir. Ji ber ku aramiya Herêma Kurdistanê hela mezin ji bo karê bazirganî û çalakiyên aborî rexsandiye.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Balyozê Danîmark û pêşwaziya bi hêza peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Danîmark kir. Di derbarê pirsa koçberên Rojava li Herêma Kurdistanê Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku zêdetirê 200 hezar penaberên Sûriye hatine Herêma Kurdistanê û xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewamî yarmetiya wan dane û wekî erkekî mirovî û neteweyî temaşa wan kirine, lê belê civaka navdewletî bi berevajî li gel wan koçberên Sûriyê li Tirkiye, Urdin û Lubnanê dijîn berê xwe nedane koçberên Sûriyên li nav Herêma Kurdistanê.

Axaftina li ser rewşa siyasiya navçeyê û rola Herêma Kurdistanê mijareke dinê hevdîtinê bû û Balyozê Danîmark, bi başî behsa Herêma Kurdistanê kir û got: “Herêma Kurdistanê aramtirîn Herême li rojhilata navîn, ji bo wê yekê çavê dinyaya derve li weye ku hun rola aştîxwazane li çareserkirina kêşeyên herêmê de bibînin. Li vî derbarî de birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo her hengavekî aştiyane nîşan da lê belê li tu kêşeyek de bi taybetî li gengeşeyên eşîrî de nabê alî.

Hilbijartinên Parlemen û Parêzgehên Iraqê mijareke dinê hevdîtina di navbera Balyozê Danîmark û Serok Barzanî bû. Serok Barzanî hêvî xwest Danîmark jî heman awayî li gel civaka navdewletî û bi hevkariya Komîsyona Bilinda Serbixwe ya hilbijartinan, rola xwe li çavdêrîkirina hilbijartinên Herêma Kurdistanê de dibe.

 

Back to top button