KKK bona rêfêrêndûma derheqa serxwebûna Kurdistanê da li 25ê îlonê sala 2017anKongrêya Komelên Kurdan (KKK) kivşkirina roja derbazkirina rêfêrêndûma derheqa serxwebûna Kurdistanê da li 25ê îlonê sala 2017an silav dike. KKK careke din helwêsta xwe dubare dike, ku wê dema seredana dêlêgasyona Kongreyê li Kurdistanê û dema rasthatina bi serokkomar Mesûd Barzanî, herwiha bi nûnerên partîyên herêmê yên sereke da dîyar kiribû.Em bi xurtî piştgirîya derbazkirina rêfêrêndûma derheqa serxwebûnê li ser tevaya axa dîrokî ya Kurdistana Başûr dikin, biryara derheqa kîjanê da li civîna partîyên sîyasî yên Kurdistanê di bin serokatîya serokkomar Mesûd Barzanî da hate qebûlkirinê.Em kêfxweş in, ku hemû partîyên kurdî, herwiha tevaya gelê Kurdistana Başûr di pirsa pêwîstîya derbazkirina rêfêrêndûmê û îlankirina serxwebûnê da hemfikir in.Rêfêrêndûma 25ê îlonê sala 2017an rojeke dîrokî û biryardar e ne tenê bona gelê Kurdistana Başûr, lê herwiha bo kurdên perçeyên Kurdistanê yên din, wisa jî ji bo dîyaspora kurdan ya li tevaya cihanê. Damezirandina Kurdistaneke serbixwe, pêşketî, dêmokratî – ew serketina heqîya dîrokî ye û serketina hêzên qencîyê ye di hindava hêzên reş da, ew kefîla aramîya demdirêj e li herêma Rohilata Nêzîk ku ewqas zelûlî dîtîye.Bi wê ra tevayî em bangî hêzên welatparêz yên Kurdistana Başûr, tevaya gelê li wir, hemû kurdên cihanê dikin berbihêr bin û di nav xwe da pirtir hevgirtinê û yekîtîyê saz bikin bona xewna gelek nifşên kurdan pêk bê. Ji ber ku di vê dema heta rêfêrêndûmê dijminên me yên der û hundur wê hewil bidin di nav gelê me da perçebûnê çê bikin û wê her cûre astengîyan saz bikin bona nehêlin miletê Kurdistanê raya xwe bi awayekî azad bêje.Xort û keçên gelê kurd yên mêrxas îro li deşta şêr xwîna xwe dirijînin, tevaya merivayê ji cinawirên dem û dewranên sedsalên navîn diparêzin. Lema jî gelê me hêja ye azad bijî û dewleta xwe ya serbixwe saz bike.Em – kurdên ku li welatên Sovyeta berê dijîn, soz didine gelê Kurdistana Başûr, serokatîya welêt a sîyasî, ku em bi We ra ne. Emê her tiştê ji destê me tê bikin bona serketina rêfêrêndûmê û bona paşdemê da naskirina encamên wê ji alîyê welatên me da.Bira bijî Kurdistana azad û serbixwe!8ê hezîranê sala 2017anKongrêya Komelên Kurdan (KKK)
Pêş
06/07/2025
Hewlêr û Bexda bersiva êrîşên dronan didin
05/07/2025
Komên girêdayî Heşdî Şebî êrişan pêk tînin
Balkêş e ?
Close