Êrîşa teroristî ya li paytextê Austuria li Viena pêkhatî DAÎŞê girt ser milê xwe.
Li Viena êrîşek teroristî de 5 kesî jiyana xwe ji dest dabû, 14 kes jî birîndar bibûn.DAÎŞê vîdeoyek a ew kesê êrîş kirî belav kir û da xûyakirin ku wan ev êrîş kiriye.Êrîşkarê ji aliye polis ve hatî kuştin hemwelatiyê Mekedonya bû.
Ji berî niha demekî lîsteyeka çekdarên DAÎŞê ku navê 60 kesî têdebû ketibû deste hêzên ewlehiya Australî de û navê kesê hatî kuştin jî di vê lîsteyê de bû.
Wezîrê derve yê Austuriya jî da xûyakirin ku ev kesê hatî kuştin endamê DAÎŞê ye. Li gora medya xwecihî jî navê kesê hatî kuştin Kurtin S. ye û Mekedoniye.