Polîtîk
Daîş yek demê de êrîşî Kerkûk û Celewla kir
Çekdarên terorîstên Daîşê li yek demê da êrîşî ser bajarê Kerkûkê û nahiya Celewla kir.
Li gor zanyariyên xwecihî û medyayên Iraqî belav kirîne ku vê êvarê çekdarên Daîşê êrîş kirine ser nahiya Celewla ya ser bi qeza Xaneqînê û şereke dijwar di navbera hêzên Iraqî û çekdarên Daîşê da rûdaye.
Di heman demê da çekdarên Daîşê êrîş kirine ser gundê Mensuriye yê ser bi nahiya Mela Abdulla ya li Başûrê Rojavayê Kerkûkê û hê jî şer di navbera çekdarên Daîşê û hêzên polîsên federalî da berdewame.