Daîş Minareya Şingalê teqand
Minareya kevnara Şingalê ji aliyê terorîstên Da’îş ve hate teqandin û terorîstên Da’îş mijulî ewene ku xaniyên Şingalê jî biteqînin.
Îsa Zêweyî Fermandeyê Lîwaya Çarê Hêzê Pêşmerge li Şingalê, ragihand:”Demjimêr 09:30 xulekî berî nîvro ya îro çekdarên Da’îş minareya bajarê Şingalê teqand û asewarekî kevnarê vî bajarî ji navbir”.
Fermandeyê Lîwaya Çarê Piyadeya Wezareta Pêşmerge li Şingal her wiha behsa ewe kir ku: “Li berî beyaniya îro yekşem 22.03.2015 terorîstên Da’îş dest bi teqandina xaniyên li nav Şingalê û li wan navçeyên ku ew lê ne xaniyên hemwelatiyan diteqînin”.
Minareya Şingalê ku wekî sembolekî wî bajarî dihate naskirin û dîrokekî xwe yê gelek kevnar hebû, ji aliyê Êzîdiyan ve li serdemên derbasbûyî û wê dema ku hê bilindguh nebû ji bo agahdarkirina xelkê ji karubarê olî yan li rûdanê her rûdawek dihate bikaranîn.