Polîtîk

DAIŞ li Iraqê di pêvajoya veger û nûbûnê de ye

Raporek Amerîkayê: DAIŞ li Iraqê di pêvajoya veger û nûbûnê de ye

Li gorî rapora Fox News`ê, tevî ragihandina têkçûna rêxistina terorîst a “DAIŞê”, lê niha “DAIŞ” li Iraqê di qonaxa “veger û nûbûnê” de ye û li navçeyên ku tê de ye, di şerê gerîlla de jî bi hêz dibe.

Li gorî lêkolîneran, gelek nîşan hene ku rêxistina terorîst “DAIŞ” ku deverên berfireh li Iraq û Sûriyê dagîr kirî bû, niha di prosesa vejandina xwe de ye, bi rêya zêdekirina êrîşên xwe li bakur û rojavayê Iraqê, dilgiraniyekî peyda dike û divê ev yek ji nêzîk ve were şopandin. .

Di raporê de hat gotin ku DAIŞê di demên dawî de êrîşên xwekujî li nêzî Bexdaya paytexta Iraqê û hin deverên din pêk anîne, di heman demê de rayedarên iraqî hin kiryarên DAIŞê pûç kirine û rê li ber wan girtine.

“DAIŞ şiyana xwe ya nûkirina xwe nîşan da û yek ji bingehên ku lê bi hêz dibe li bakur û rojavayê Iraqê, bi taybetî li rêza çiyayê Hemrînê ye.

Lêkolîner Bell Roggio, li Enstîtûya ji bo Berevaniya Demokrasiyan dibêje:, “DAIŞ piştî windakirina xîlafeta xwe di sala 2019an de, niha di pêvajoya ji nû ve avakirinê de ye û beşek ji axa bakur û rojavayê Iraqê vedigerîne.”

Back to top button