Civak

DAÎŞ ji Şengalê direve

Fermandeyê eniya Şinalê yê Pêşmerge Emîd Behram Erîf Yasîn eşkere kir ku di şerê îro yê Şingalê de herî kêm 25 çekdarên DAIŞê hatin kuştin. Fermande Yasîn her wiha got, çekdarên DAIŞê êdê ji Şingalê direvin.

Fermandeyê eniya Şingalê, Emîd Behram Erîf Yasîn ji Rûdawê re got, balafirên şer îro bi tundî li çeperên DAIŞê yên li Şingalê dan û hêzên Pêşmerge jî bi çekên giran li DAIŞê dan.

Fermande Yasîn da zanîn ku di encamê de herî kêm 25 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 40 çekdar jî birîndar bûn.

Wî fermandeyê Pêşmerge her wiha got, piştî êrişa îro 3 otomobîl tijî çekdarên DAIŞê ji Şingalê reviyane û ragihand, li gorî tiştên ku di bêtêlan de digotin komek çekdar jî rêya çekdarên ku direviyan, girtibûn û ji wan re dogtin, “hûn di rêya Xwedê de şer dikin nabe hûn birevin!”

Li gorî agahiyên Emîd Behram, di şerê îro tenê sê Pêşmerge bi awayekî sivik birîndar bûn.

Back to top button