Da’îş amadekariya êrîşeke mezin ya li ser Kurdistanê dike
Terorîstên rêxistina Da’îş tevgerên xwe yên li navçeyên çiyayê Hemrîn û Germiyanê zêde kirine û Ejder Mihemed Selîm Birêveberê Asayîşa Germiyan li vî derbarî de radigihîne ku “Tevgera Da’îş li devera çiyayê Hemrîn zêdetir bûye û xelk direvînin û xalên pişkinînê danîne. Cûreyek li îflasa emnî li devera çiyayê Hemrînê heye, ku li cebarê ve destpê dike heta pişta Se’dîye û Mendelî û Mensûriye çalakiyên wan zêde buye û dezgehên emnî jî bawer nakim bikarin tiştekî bikin û zerermendê yekem jî li navçeyê xelkê Kurde. Komek Erebên Şîî û Sunnî rêkeftine hatine navçeyê û ewê bêdeshilate li wê navçeyê Kurde”.
Her wiha dibêje: “Da’îş li van navçeyan ji aliyê hinek kesan ve têne hevkarî kirin. Ji bo wê yekê bi azadane gelek car êrîşan encam didin. Niha hemahengiyeke zêde li navbera Amerîka û Artêşa Iraqê û Hevpeymanan da nîne. Çalakî hatine sînordar kirin, bi bo wê yekê car bi car firokeyên Iraqî li wan navçeyan da difirin, li paşarojê de dibe ku êrîşên bi hêz encam bidin, ji ber ku hemahengiya hêzên Iraqê li gel Pêşmerge jî nîne”.
Ejder Mihemed Selîm li dawiyê de dibêje: “Çekdarên Da’îş rêze çiyayê Hemrîn wekî cihên meşq û rahênanê bikartînin. Nêzîkî 300 çekdarên Da’îş ji Amiriyê ve heta Mensuriye, Tikrît, Reşad û Hewîceyê hene”.