Polîtîk

Dadgehê Fermana destgîrkirina Soran Omer da

Serokayetiya Dadgeha Têhilçûna Navçeya Hewlêrê fermana destgîrkirina Soran Omer Parlementerê Komela Îslamî derxist, Soran Omer jî dibêje: “Ewe şereke siyasî ye û kareke xerape”.

Li gor nivîseke ku îro yekşem 12.07.2020 derketiye û îmzaya Dadwer Îmad Faris Reşîdî li sere têda hatiye “Hemû endamên Polîsan re, rê hatiye dayîn û erkê we ye tometbar (Soran Omer) bigrin û bidin dadgeha me ji ber ku li Bingeha Polîsê Xaneqa lêpirsînek li ser hatiye tomarkirin”.

Li nivîsê de balkişandine li ser wê yekê ku Soran Omer li gor maddeya 433 li yasaya sizadana Iraqî hatiye daxwazkirin.

Back to top button