Civak

Dadgehê biryara girtinê da

Dadwerê Dadgeha Lêkolînê ya Hewlêrê biryar girtina Berpirsê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa daye. Biryara girtina Newşîrwan Mistefa li ser daxwaza Serdozgeriya Giştî ya Hewlêrê hatiye dayîn.Hinek belge û deng û video di destê serdozgerê Hewlêr de hene ku di van belgeyan de , Newşîrwan Mistefa daxwaza teqandina buriyê petrolê li Kurdistanê dike. Herweha Newşîrwan Mistefa behsa teqîna li konsulusxaneyên li Kurdistanê heyî dike.Li ser vê yekê berpirsek tevgera Goran di daxuyaniyek da û dibêje ev tawan ne rastin û dadwei serbixwe nine.Bepirsek ji yê Gorran ji Rudawê re gotiye: Li gorî zanyariyên me Fermangeha Belge û Tawanan bi fermî Dadgeha Asayişa Hewlêrê agahdar kiriye ku nikarin piştrast bikin ku ew tomarên dengî yên Newşîrwan Mistefa ne yan na. Herwiha me bi rêya parêzerên xwe ve daxwaz kiriye, ku ew dosya bo Dadgeha Silêmaniyê bê veguhastin, lê belê ew daxwaz ji aliyê Dadwerê Dadgeha Asayişa Hewlêrê ve hatiye redkirin.”Parêzerê Mistefa itiraza biryara dadgehê daye. 

Back to top button