Nivîsar

D.X. Barzanî ji bo gelê Kurdistanê bûye nasnameke din

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo gelê Kurdistanê bûye nasnameke din

Her di destpêka damezrandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li sala 2005, karê wê dezgehê ew bû xizmeta xelkê Kurdistanê bi tevahiya ol û pêkhatan bi bê cûdahî li 11 kertan de bike ku ew jî li gor gotineke Barzaniyê Nemir ku kerem dike û dibêje Şanaziye ku mirov xizmetkarê milletê xwe be. Di her qeyran û krîzekê da Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xwe bi xwediyê tevahiya qeyranên mirovayetiyê zaniye ku alîkariyên xwe bigihîne wan kesên ku hewcedarin. Ev li rêya vekirin û berfireh kirina nivîsîngehên xwe li tevahiya bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê û niha jî gihandina alîkariyê bi welatên din ku welatiyên wan hewcedarin. Eve jî wê yekê xuya dike ku rêbaza pîroza Barzaniyê Nemir berdewame li xizmetkirina mirovayetiyê li tevahiya cîhanê.

Dixwazim wê yekê xuya bikim ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di salên derbasbûyî da û tevî hatina pêla koçber û penaberan ku ber bi Herêma Kurdistanê hatin wekî Kurdên me yên Rojavayê Kurdistanê li sala 2011 û koçberbûna hejmareke zêde ya Erebên navîna Iraqê tevî hatina rêxistina terorîstî ya Da’îşê li sala 2014 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûye xizmetkarê tevahiya wan malbatên ku bê cîh war bûne û tevî alîkarî jî pêşkêşê wan hewcedaran kirin vêca ne tenê ji bo koçber û penaberan, lê belê ji bo wan kesan jî yê di nava Herêma Kurdistanê hewcedarin weke qeyranên lehîya û hewcedarên taybet û malbatên ser bilindên şehîdan û enfalkiriyan û zarokên bê semyan ku bi navê (Projeya Azîzan) dihate nasîn û dabîn kirina tevahiya wan hewcedariyên ku xelkê kêmdermet yê Kurdistanê vêca çi nexweşî be yan jî hewcedariyên din be.

Ji aliyekê din jî dema ku rêxistina terorîstî ya Da’îşê êrîş ser axa pîroza Kurdistanê destpêkirî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewam wekî erkekê niştimanî alîkariyê digihand hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.

Her wiha di sala 2019 li dema destpêkirina xwenîşandanên xelkê Iraqê ji bo destxistina mafên xwe yên rewa weke xizmetguzariyên destpêkî, hejmareke zêde bi sedema wan xwenîşandanan canê xwe ji dest dan û li ser raspardeya Serok Barzanî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariya maddî û me’newî pêşkêşê malbatên wan kesan kir û her wiha alîkariyên xwe gihandin xelkê hewcedar yê welatê Burma û çendîn cihên din jî.

Niha jî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku virusa Koronayê belav bûye, wekî hergav berdewame li alîkariyên xwe ji bo wan kesên kêmderamet ku bi sedema qedexeya hatin û çûnê bi rêya çendîn hejmarên telefonê bi hêla germ alîkariyan digihîne.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ber bi dezgehekê navdewletî pêngavan tavêje ku ji bal Brîtanyayê muleta kar kirinê weke dezgehekê navdewletî pê hate dan û di niha da dikare li Brîtanya û hinek welatên din yên ser bi Brîtanyayê karên xwe yên xêrxwaziyê pêk bîne.

Weke tê zanîn li sedsala derbasbûyî da, dema ku Brîtanya hikumraniya Iraqê dikir wekî dagîrkarekê berdewam dijayetiya tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê dikir û êrîş li hember serkirde û rêberê tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê û hizra Barzan pêkdianî û niha da jî muleta kar kirinê bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dide û wî nas dike. Eve jî serkeftin û destkefteke dine ji bo gelê Kurdistanê.

Rêber Abdulla

Back to top button