D.X.B rojane alîkarîkiriya penaberan dike
Xorek û pêdivî li ser penaber û zarokên li wargeha Gewîlan û Behirkê hate dabeşkirin
Li dirêjahiya kar û çalakiyên berdewamiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser hemû wargehên penaberên li Herêma Kurdistanê, rojane li çendîn helmetên cûda cûda de dehan cûre xorek û pêdiviyên cûr bi cûrê zarokan û malbatên penaber de dabeş dike û li vê helmetê de li wargeha Gewîlan 286 zarok û li Behirkê hevkariya 700 malbatên penaber hate kirin.
Roja 18/04/2015 li berdewamiya kar û çalakiyên nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li wargeha penaberên li Herêma Kurdistanê, bi berdewamî ji aliyê tîmên dezgehê ve hevkariyên cûr bi cûr li ser penaberan da tê dabeş kirin. Li vê helmetê da li wargeha Gewîlan (şîr û pota zarokan) li ser (286) zarokên temen yek salî yên li wargehan de hate dabeşkirin ku hemû zarokên wargehê jê sûdmendbûn. Ji aliyekî din ve li wargeha Behirke ku taybete bi penaberên dewrubera bajarê Musilê û Şebek û Kakeyî têda hatine nîştecîh kirin, bi heman awayî Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel rêxistina (Freem) xorek û pêdivî li ser (700) malbatên penaber da dabeş kir. Hevkarî jî ji (700) kîs ard li gel (700) kîsên xorekên cûr bi cûr pêkhatibûn.
Pêdiviyên cûr bi cûr li ser 1260 penaberên wargeha Erbet, Behirke û Herşem hate dabeş kirin
Li dirêjahiya kar û çalakiyên berdewamiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li hemû wargehên penaberên li Herêma Kurdistanê, rojane li çendîn helmetên cûda de xorek û pêdiviyên cûr bi cûrê penaberan dabeş dike. Li helmetek de wargehên Erbet 570 malbat û li Behirke hevkariya 690 malbat û li wargeha Herşem jî 200 malbatên penaber kirin.
Roja 20/04/2015 li berdewamiya kar û çalakiyên nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li wargehên penaberên li Herêma Kurdistanê, bi berdewamî ji aliyê nivîsîngeh û tîmên dezgehê ve hevkariyên cûr bi cûr li ser penaberan da tê dabeş kirin. Li helmeteke wargeha Behirke bi hevkarî li gel rêxistina Freem hêk û goştê mirîşk li ser (690) malbat û zixurtên wargehê de dabeş kir ku hemû jê sûdmendbûn. Heman demî de li helmetekî din de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel rêxistina Heyva Sora Îmaratî xorek li ser wan da dabeşkirin. Ji aliyekî din ve li wargeha Erbet li helmetek da nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî cilubergên cûr bi cûr li ser penaberên wargehê de ku hejmara wan (570) malbatin dabeş kir. Her wiha li wargeha Herşem bi heman awayî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî goştê mirîşkê li ser (200) malbatên penaberên wargehê de dabeşkir.