Polîtîk

D.X.B. pêdiviyên tendirustiyê ji bo dû nexweşxaneyan dabîn kir

Li dirêjahiya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bilî hevkarîkirina berdewamiya penaberan li wargeh û derveyê wargehan, heman demî de li warê tendirustiyê da hewl daye pêdiviyan ji bo nexweşxaneyan dabîn bike. Pêdiviyên cûr bi cûr ji bo dû nexweşxaneyên li bajarê Hewlêr û bajaroka Xebat dabîn kir. Heman demî de li hevkarîkirina penaberan de berdewame.

Roja 09/03/2015 li dirêjahiya girîngîdana li warê tendirustiyê û dabînkirina pêdiviyên tendirustiyê ji bo nexweşxaneyên li Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li dû helmetên cûda de hejmarekî zêdeyê kelupel û pêdiviyên tendirustiyên dabeşkir. Li nexweşxaneya Firyakewtina Navendî ya Hewlêrê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêdiviyên wekî (Serîn, Doşek, Pêdiviyên firyakewtin, amêrên soner, destewane, birîn pêç, kanule, qeryoleyên karebayî) dabînkir.

Her li dirêjahiya çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li helmetekî din da dû ton pêdiviyên tendirustiyê ji bo Birêveberiya Tendirustiya Xebat dabînkir, bi heman awayî van pêdiviyan li ser wan de dabeşkir, ew jî pêkhatibûn ji (serîn, doşek, pêdiviyên firyakewtin, amêrên soner, destewane, birîn pêç, kanule, qeryoleya karebayî).

Li dirêjahiya kar û çalakiyên berdewamiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li hemû wargehan da û derveyê wargehan de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li dû helmetên cûda de li devera Çoman dest bi dabeşkirina xorek û pêdiviyan li ser penaberên devera Çoman û her wiha penaberên Êzîdiyan li taxa Birayetî ya li bajarê Hewlêrê kirin.

Back to top button