D.X.B. hevkariya 36 malbatên li nahiyeya Pirdê kir
Li kar û çalakiyên xwe yên berdewam de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkarî û pêdiviyên nav malê li ser 36 malbatên kêmderametên gundê Pirkanî ya ser bi nahiyeya Pirdê de dabeş kir.
Roja 24/04/2013 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li dirêjiya helmetên xwe de ji bo zêdetir bi hanaveçûna xêzanên kêmderamet û hejarên sînorê navçeyên cûda cûdayên Kurdistanê, pêdiviyên wekî (Betanî, Doşek, Birinc, Şekir, Zeyt, Doşava Temata, Fasulya) li ser 36 malbatên kêmderametên gundê Pirkanî ya ser bi nahiyeya Pirdê de dabeşkir.
Di derbarê vê helmetê, Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Wekî Dezgeh berdewam dibîn li xizmetkirina kesên kêmderamet û xêzanên hejar li navçeyên cûda cûdayên Kurdistanê, ev helmeta me jî hemû malbatên gundê Pirkanî li xwe girt û bi bê cûdahî li ser malbatên Kurd û Erebên wê gundê da hate dabeşkirin.
Li beramberda welatiyên wê gundê ji bo hevkarîkirin û yarmetîdana wan û dabînkirina wan pêdiviyên wan spasiyên xwe li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin.