Polîtîk

D.X.B. hevkarîkirina koçberên Mûsilê berdewame

Bi sedema berdewamiya şer û têkçûna pêvajoya emnî ya bajarên Iraqê, hejmareke zêdeyê penaberan hatin Herêma Kurdistanê û li yekem roja gihîştinê tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li bajarên Dihok û Hewlêrê bi awayeke berdewam hevkariyê li ser wan da dabeş kirin.

Li gel gihîştina penaberên bajarê Musil û nîştecîhkirina wan li wargeha Xazir ya li parêzgeha Hewlêrê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li helmetên xwe yên berdewam de pêdiviyên rojane dabeşkir. Li vê demê de şîr û kincikên(hefaze) 5 kîlo temate û xiyar li ser 150 malbatên penaberên parêzgeha Mûsilê dabeşkir.

Roja 16/06/2014 bi mebesta bi hawaçûna koçberên parêzgeha Mûsil û gihandina komek û hevkariyên li wargeha Xazir, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkariyên pêwîst ji bo 150 malbatên koçberên bajarê Mûsilê dabeşkir ku niha li navçeyên Herêma Kurdistanê li wargeha Xazir nîştecîhin. Li helmetê da dest bi dabeşkirina şîr û kincik û 5 kîlo temate û xiyar dabeşkir ku li hevkarîkirina berdewam û dabînkirina pêdiviya wan û pirkirina kelênên jiyana wan li nava wan kampan da bûye cihê xweşhaliya penaberan û spasiya bêpayan li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin.

Back to top button