Civak

D.X.B betanî û doşekan li ser penaberên wargeha Erbet dabeş kir

Li dirêjahiya helmetên xwe yên bi navê xizmetkirina penaberên Rojavayê Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li rêya nivîsîngeha wargehê ve bi awayeke rêkupêk hevkariya malbatên penaberan dike. Li helmetekî din de têşt (xwarina beyaniyanî) li ser 450 malbatên penaberên wargeha Erbet de dabeşkir.

Roja 17/12 li helmetek de li wargeha Erbet bi helkefta roja ala Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xwarina beyanî li ser 450 malbatan de dabeşkir. Xwarin jî pêkhatibûn ji (Mereba, tehîn, hêk, doşava xurma, penîr, raşî). Heman demî de li gor pêdiviyan penaberan li dabeşkirina pêdiviyên dinê penaberan de berdewame.

Ji aliyekî din ve li helmetek de nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li wargeha Erbet kelupelên zivistanê yên wekî betanî û doşek li ser wan malbatan de dabeşkir.

Back to top button