Polîtîk
Ciwanên Kurdistanê li Serêkaniyê şer dikin
Endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Kurd Ebdûlmecîd Temir ragehand ku : ” Niha li Serêkaniyê şerê Kurd û necadperistên Ereban derketiye. me pêşmergeyên xwe yê bi navê Bazên Azadiya Kurdistanê şandine wî bajarî û niha li dijî wan çekdaran şer dikin.”
Ebdûlmecîd Temir ji KDP.info re got: “Em dixwazin li gel hemû wan hêz û ketîbeyên kurdî ku li Serê Kaniyê şer dikin bibin yek û di bin siya Desteya Bilind a Kurd de bin û tenê hêzekî leşkerî ya kurdî hebe.”
Hêjayî gotinê ye Bazên Azadiya Kurdistanê baskê cekdarê Tevgera Ciwanên Kurdin ku li 23.01.2013 hatiye avakirin û pêşmergeyên devera Aliyan jî tevlî wan bûne.
kdp.info