Civak

Ciwanên Kurdistanê diçin cepha şer

 

Hijmarek Ciwanên Kurdistanê jdi çerçova ‘’Kampanya Piştîvaniya Hêzên Pêşmerge’’ serdana Kurdistana Başûr kirin û li gel berpirsên hêzên pêşmergeyan hevdîtinan dikin.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê  daxuyaniyek belav kirin û dibêjin: ‘‘Me bi giştî biryar daye ku wek erkekî nîştîmanî û xwebexş mil bi milê birayên xwe yên Pêşmerge, Asayiş û Polîsan li ser sinoran xebatê li dijî hemû kes û grûba bi navê Dewleta Îslamî ya İraq Şamê (DAÎŞ) ku dixwazin ewlekarî û aramiya Kurdistanê têk bidin, bikin.’‘

Heta niha zêdeyî 600 ciwanan ji bo herin cepha şer daxwaz ji Tevgerê kirine û 40 genc diçin  eniya şer û 600 kesên din amadne ku dema rê vebê berê xwe bidin eniya şer û mil bi milê pêşmergeyên Kurdistanê axa welatê xwe ya azad biparêzin.

Li gora agahdariyên ku ketine destê Rojevakurd hêjmara ciwanan gelek zêde bûye. Herweha gelek kesên ku temen mezin û ne ciwanin jî serê li tevgerê dane û dixwazin navên xwe binivîsînin. 

Bi bi çalakiya ciwanên Kurdistanê, kelecana ji bo parastina axa welat li Bakur jî kete di nava civatê de.

Back to top button