Civak

Ciwanên BDPê helwesta partiya xwe protesto kirin

BDP berendamên xwe yên şeredariyan eşkere kirin. Lê vê care dijê awayê destnîşankirina berendaman de dengek cuda derket. Ciwanên di nava BDPê de ji şêweyê destnîşankirina berendaman ne raziîne û ev yek protesto kirin.

Wek tê zanîn berendamên BDPê ji deverekî têne destnîşankirin. Lê partî vê nabêje û bi şeklî li her deverê li gora daxwaziya endamên partiyê berendaman didin kifşkirin. Kesên BDPê nas dikin dizanin ku ev yek ne raste û tiştek şekliye.

Ji ber ku kesek ji Silopiya, yan jî ji Misirbînê yan jî ji deverek din naxwaze ku kesek biyanî ji bacarak din werê li devera wan bibe şeredar. Ev rastî ji aliyê herkesekî ve tê zanîn. Lê kesek jî di nava BDPê de nikare dengê xwe derêxe.

Vê cara tiştek cuda bû. Ciwanên nava BDPê de li dijê vê yekê li Qoserê daxuyanî belav kirin û heta erîşê avahiya şeredariya bajêr kirin.

Li Hezexê ciwanan pankrat li ser avahiya PDBê daliqandin û helwesta partiyê protesto kirin. Di pankratê de dibêje: “ Hun nikarin îrada xelkê qebûlnekin“

Back to top button