Polîtîk
Ciwanek kurd hate kuştin PYD tê tawanbar kirin(Vîdeo)
Tevgera Ciwanên Kurd (TCK) di daxuyaniyekê de ragihand ku ciwanê Kurd Ciwan Xelef, hate revandin.
Piştî revandina wî li bajarê Dirbêsiyê li rojavayê Kurdistanê, laşê wî hate dîtin.
Li ser laşê wî şopên îşkenceyên giran habûn.
Wan şopên îşkenceyên diyar dikirin ku zilm û zoreke mezin li wî hatiye girtin û bi laşê wî hatiye lîstin.
TCK dibêje, Ciwan (22) ji aliyê 4 kesên rûveşartî ve hate revandin.
Ciwan, xarziyê Mişel Temo bû.
Ew endamê Tevgera Ciwanên Kurd bû û yek ji kesên çalak bû di nava ciwana de.
Jêderên ji Ciwan Xelef nêzîk dibêjin, kesên ku ew kuştin bi kurdî diaxifîn.
Alîgirên Şepêla Pêşerojê PYD-PKK tewanbar dikin, lê belê heta niha nayê zanîn bê ew ji aliyê kê ve hatiye kuştin.
Avestakurd