Ciwanê Kurd pêşbirka cîhanî de xelata zêr wergirt

Ciwanêk Kurd li Abu Dabiyê di kategoriya xwe de bû şampiyonê judoyê yê cîhanê. Wî ciwanê Kurd heta niha gelek xelat wergirtine.

Li Abu Dabiya paytexta Îmaratê şampiyonaya werzişa JIU-JITSU (Judoya Brazîlî) birêve çû û ciwanê Kurd Cemîl Karahan serkeftineke dîrokî destve anî. Cemîl Karahan di katagoriya 94 kiloyî de bû şampiyonê cîhanê. Karahan li Swed dijî û li swed û gelek welatên din yê Ewropayê serkeftin destve anîne û xelat wergirtine. Karahan bi Ala Kurdistanê derdikeve pîşbirkên xwe û dema serdikeve jî Ala Kurdistanê bilind dike.

Cemil Karahan ji bakurê Kurdistanê ji Dêreka Çiyayê Maziye. Sala 1991ê ji dayik bûye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: