Polîtîk

Civîna yekbûna PDKê li Bakur

Di van rojên kû dijmin li Kurda hatîye xezebê de bala xêrxwazan kişand ser ne yekbûnîya Kurdan, bi salên duv û dirêj timî Partî û sazîyên Kurda patînaj kirinê û bi hevdû ketine, lewra tu tiştek li xwe zêde nekirine û kêm kirine.

Di vê rojevê de 12-13 sazî û rêxistin hene her çend kes gihiştine hevdû  navek li xwe kirine û xwe kirine perçe perçe, ev jî êdî gelek bal kişand û Kurd aciz kirin.

Ji alîyê din ve jî, heman kes, serokê rêxistinan jî acizin, ji vê rewşa Kurdan

Di nav wan de tu astengîyê siyasî tune ye, nerîna wan nêzî hevin lê di mesêlê şexsîde cuda dikevin û xwe dikin parî parî.Berî neha bi gelek sazî û rêxistinan re hatîye axaftin, di ditîna wan de ji bo ku bibin yek û werin gel hevdû tu pisgirêkê giran nehatine holê.Ji ber vê yekê li Midyadê bi beşdarbûna sed kesî civînek li dar ket, yên kû ne giradayê partîya bun.

Acizbûna xwe û  pirsgirêk anîn ziman u biryara  lê gerîna tifaqê dan.

Heman kesan got kû êdî bila malperekê nu vebe ev partî û rêxistinê ser rêbaza Berzanîyê nemir, xetên netewî bighîjin hevdû tifaq û tevdîra xwe bi yek kin.

Civîna jo bo yekrêziyê ji aliyê Ahmet Acar û çend çend hevalên wî bi rêzgirtina şehîdan destpê kir û axavtina beşdaran berdewam bû. Dawîyê de ji bo yekrêziyê komisyonek hate hilbijartin û civîn dawî hat.

 

Zînê Amedî/Midyat    

 

Back to top button