Civîna Şamê opozisyona sûrî tevlîhev kir
Îro civîna berfireh ya opozisyona Sûryeyê li Şamê bidawî hat. Ev yekemîn cere civîneke opozisyonê bi eşkereyî di bin desthilta Pariya Bass ya Sûryeyê de saz dibe.
Di vê civîna opozisyona sûrî de ku partiyên kurdî jê tê de başdar bûn li dawiya civînê daxuyaniyek da raya giştî ku tê de diblje: Em piştgirya serhildana gelê sûrî ya aştîxaz ji bona veguhastian desthilatê bo dewleteke demokratîk û pirpartî ku mafê hemû hevwelatiyan tê de parastî be, dikin.
Civînê di daxuyaniya xwe de daxaz dike ku, arteş û hêzên emnî ji bajar û bajarokan vegerin ciyên xwe yên berê, mediya azad bibe, mafê avakirina partiyan hebe , madeya 8ê ya destûrê bê guhertin.
Li derberê civînê Mîşêl Kîlo got: ”Çareseriya emnî û bikaranîna şidetê dê welêt wêran bike.
Gelek çavdêrên siyasî wisa dizanin ku destê desthilatê di vê civînê de heye û desthilat dixaze bi rêya vê civênê opozisyonê tevlîhev bike û berde hev.
Opozisyona dervey welêt û komîteyên havahengiyê yên navxwe ku serperiştiya xwepîşandann dikin û ji gêncan pêk tê, ew jî li dijî civîna Şamê derketin û got ku ew dê li ser xwepîşandana berdewam bin û diyalogê bi rijêmê re nakin.
Weke tê zanîn di 15ê meha adarê de serhildana gel li dijî rijêma Sûryeyê dest pê kir û li gor çavkaniyên rêxistinên mafê mirovî herta nuha zêdetir ji 1342 hevwelatî hatine kuştin ku 99 ji wan zarok in.