Nûnerên Ciwanên PAKê roja 01.05.2016an li Amedê li navenda Giştî ya PAKê civîna xwe
lidarxistin.
Ji gelek bajarên Kurdistanê û Tirkîyê 50 nûnerên ku temsîla ciwanên bajaran yên PAKê dikirin
beşdarî civînê bûn.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik , Cîhgirên Serokê Giştî Dr. Salih Özgökçe, Mehmet Gül,
Endama Komîteya Birêveberîya Navendî Serap Aldemir û endamê meclîsa PAKê Mirza Akar
jî beşdarî civînê bûn.
Civîn bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpêkir.
Paşê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik , bixêrhatina nûnerên ciwanan yên Teşkîlatên
PAKê kir. Mustafa Özçelik, di destpêka axaftina xwe de weha got: ’’Ev civîn û beşdarîya
ciwanên PAKê , nîşana berhemdayîna xebatên PAKê yên ji damezrandinê heta nuha ne. Ez
gelek kêfxweş im ku êdî ciwanên PAKê hêdî hêdî rêya girseyîbûnê vedikin. Em dixwazin di
kongreyên me yên pêş de, hûn bibin xwedî û rêveberên PAKê. Û jibo ku ev pêk bê çi pêwîst
be emê bikin.’’
Mustafa Özçelik di axaftina xwe de behsa girîngî û pêwîstîya hebûna PAKê li bakurê
Kurdistanê kir. Herweha bi taybetî jî bal kişand ser girîngîya xebata ciwanan.
Mustafa Özçelik di derbarê rewşa Kurdistanê û sîyaseta PAKê de bîr û rayên xwe anî ziman û
agahdarî da gêncan.
Di dawîya axaftina xwe de , Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik got ‘’Êdî ji nuha û pê ve
însîyatîf di destê gêncan de ye. Hevalên me yên rêveberên Navendî jî di vê civîna ewil de dê
di civînê de bin. Lê hûnê Komîsyona xwe ya nû bijêrin û bernameya xwe ya xebatê çêbikin.
Hûnê xebatên xwe birêve bibin. Vê gavê bi xatirê we’’
Piştî axaftina Mustafa Özçelik, Dîwana Civînê dest bi civînê kir. Rojeva civînê berîya civînê di
nava nûnerên ku dê beşdar bibin hatibû gengeşî kirin û civîn li ser wê rojevê destpê bibû.
Rojeva Civînê ji du xala pêk hatibû:
1- Rewşa Giştî ya xebatên ciwanên PAKê û rewşa Kurdistanê, wazîfeyên gêncan.
2- Bijartina Komîsyona Navendî ya Gêncên PAKê
Di xala yekem de, hemû nunerên bajaran behsa xebatên xwe kirin. Di vê derbarê pêşdebirina
xebatê de nêrîn û pêşniyarîyên xwe anîn ziman. Di derbarê şerê heyî û tesîra wê ya li ser
xebata sîyasî de bîr û rayên xwe pêşkêş kirin. Nûnerên ciwanan, jibo bernameya xebatê ya
heta Kongreya Giştî ya PAKê pêşnîyarîyên xwe anîn ziman.
Piştî van gengeşî û nirxandinan, navber jibo xwarina nîvro hate dayin.
Xala duwem piştî nîvro destpêkir. Di vê xalê de, ewil nûnerên ciwanên bajaran jibo
Komîsyona Navendî , li ser navê bajarên , her bajarekî nûnerên xwe pêşkêş kirin. Paşê jî ji van
nûneran Komîsyana Navendî ya Ciwanên PAKê ya nû hate tesbît kirin. Komîsyon dê li gor
pêşnîyarîyên ku hatibû ziman, bernameyeke xebatê ya nû çêbike û dê xebatên ciwanan
geştir bike.
Piştî civînê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik careke din beşdarî civînê bû û hemû nûnerên
ciwanên PAKê jibo vê civîna wan ya serkeftî pîroz kir. Û got ‘’Pêşeroj ya we ye, pêşeroja PAKê
jî di destê we de ye. Em jî bi her awayî li gel we ne. Tecrûbe û dinamîzm gava bibe yek, emê
xurttir, geştir û mezintir bibin’’.
Civînê bi hêjmara beşdarên xwe, bi mistewaya minaqeşeyên xwe, bi kelecan û coşa xwe ve;
rengekî nuh, sînerjîyeke nuh û hêvîyeke nuh afirand. Di meşa PAKê de ev civîna berhemdar ya
ciwanên PAKê , dê weke destpêkeke nuh jî bê bibîranîn. 02.05.2016
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê