Civîna bo perwerde û fêrbûnê
Di pêvajoya fêrbûnê de koçberên kurd, bi hevdu re çêkirina Netzwerk (torên pêwendî – Baştirkirina dersan û xebatên malbatî (bavûdayik)
DGB-Haus Köln, Hans-Böckler-Platz. 1, 50627 Köln
12. Çiriya Paşîn 2011, seet 10.00-17.00
NAVEND, Ji bo Lêkolînên Kurdî we dawetî semînera „Bi hevdu re çêkirina Netzwerk – Baştirkirina dersan û xebatên malbatî“ dike. Semînar dê 12ê çiriya paşîn 2011 li Kolne li navnîşana DGB Haus pêk we re.
NAVEND dixwaze li gel mamoste û pisporên perwerde û fêmkirinê û malbatên dilxwaz di derbarê rewşa fêrbûnê ya koçberên kurd, danûstendin bike, grûbên kar çê bike da ku ders û xebata malbatan pêş vê bibe. Her weha em dixwazin damezrandina Netzwerkekê bînin rojevê û bi hevre planeke bo gavên dahatû lidarbixin..
Di çarçoveya vê civînê de dê du panel we re çêkirin. A yekem, di pêşerojê dersa kurdî wê çawa be. Û ya duyem, di pêvejoya fêrbûnê de malbat.
Bi giştî divê ev pirs bêne guftugokirin. Gelo bernameyên taybet bo pêşeroja perwerde û fêrkirinê ya rawenda kurdî çawa be û çawa di praktîkê de bi cî bê? Bo pêşvebirina perwerde û fêrbûnê ji ku destpêbike û îmkaniyetên bi hevre karkirinê çin in? Di dest me de kîjan çavkanî hene û li ku pisporên me gerek in? Gelo Netzwerkeke wisa bo perwerde û fêrkirinê çawa dikare alîkar be, bo peydakirina zanînê û bo xuyakirina daxwazên me?
Bo beşdarbûnê kerema xwe li vê emaîlê qeyd bikin an jî faksekê bişînin.
Email, [email protected]
Fax; 0228-652909