Civîna bi serok Barzanî re dinirxînin
Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê, ji bona organîzekirina navmala kurdî û xwemadekirin ji bo encamdana referendoma ji bo serxwebûna Kurdistanê, roja 26ê vê mehê digel aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê civiya û bi baweriya beşdaran civîna vê carê digel Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê, civînek serkefî, berhemdar û baş bû.Sadî Pîre endamê polîtbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku di civînê de beşdar bû dibêje: Civîna vê car ya serokatiya herêma Kurdistanê digel aliyên siyasî ji civînên berê serkeftîtir bû. Ev civîn rêxweşker dibe ji bona çaresrkirina pirsgirêkan û organîsekirina navmal kurdî.Pîre dibêje ku serok Barzanî di civînê de gotiye: Ez ne ew kesim ku rêgiriyê li cîbicîkirina qanûnê dikim û ez ne amademe dîroka xwe bi kursiyekê biguherim. Endamê YNKê dibêje ku Barzanî amadeyîya xwe nîşan da ji bo çareserkirina pirsa serokatiya herêma Kurdistanê û gelek caran daxwaz kir eger kesek hebe vê postê werbigire ew amdeye hemû alîkariyan jê re bike.Baba Elî Cebarî peybdarê Partiya Komonîsta Kurdstanê, yek ji beşdarên civînê, ji rojnmaeya Hewlêrê re dibêje civîneke gelek giring bû, ji ber ku serokê herêma Kurdistanê di demekê de ev civîn bi aliyên siyasiyên Kurdistanê re saz kir ku, Kurdistan di rewşeke nazik de derbas dibe û civînê encamên giring hebûn û tekîd li ser wê yekê hat kirin ku hemû bi hev re ji bona organîzekirina navmala kurd bi cidî kar bikin û bi rêya referendomê gelê Kurdistanê çarenivîsa xwe diyar bike. Ebdula Wertî peyvdarê Bizava Îslamiya Kurdistanê behsa civînê dike û dibêje civîneke giring bû û feriqa vê civînê digel yên din ew bû ku hemû aliyan bi zelalî dîtinên xwe berçav kirin û hest bi wê yekê jî hat kirin ku hemû alî baş dizanin gefên cidî li ser Kurdistanê hene. Civînek gelek baş bû pirsên giring weke pirsa referendom, kirîza êkonomî, aktîvkirina parlamentoya Kurdistanê û piştevanîkirina pêngavên çaksaziyê yên hikûmetê hatin behis kirin û biryarên giring hatin dan.