Cîhan

Civîna Aştiyê dest pê dike

Hate ragîhandin ku sibehê civîna aştiyê di navbera Filistîn û Îsraîlê de dest pê dike.

Wezareta Derve ya Emerikayê gotiye ku wê sibehê (29/7) civîna aştiyê li Washingtonê dest pê bike û çareserî ji bo pirgrêka Filistînê bête misogerkirin.

Berdevkê Wezaretê Jen Psaki, agahdariya ku bi nivîskî daye: ”Îro Wezîrê derve yê Emerîkayê John Kerry bi serokê Filistînê Mehmûd Ebas û serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netenyahu re xeberdaye ku wê civînek rasterast li ser statuya Filistînê bi awayekî fermî careke din bête kirin. Ji ber hindî divê heyeta we herdu aliyan bête Washingtonê.”

Li gor agahdariya ku gehaye destên me, li ser navê Îsraîlê Wezîrê Dadê Tzipi Livni û Yitzhak Molcho, li ser nave Filistîniyan jî diplomat Saib Erekat û Muhamed Stayyeh dê beşdarî civînê bibin.

Berî niha jî Wezîr John Kerry di roja 19ê Temûzê de diyar kiribû ku li  paytext Emmanê, civînek ji bo statuya Filistînê di navbera Îsraîl û Filistîniyan de daye kirin.

Wekî din jî Wezîr gotiye ku ew bizava ku Netenyahu û Ebas nîşan dane, hêja ye bê spaskirin.

Em jî wek Rojeva Kurd serkeftin bo Îsraîl û Filistînê dixwazin.

 
Washington 29/7/ 2013

Behram Badik

 

Back to top button