PolîtîkRojev

Civîna digel dostê gelê Kurdistanê

Di berdewamiya serdana xwe da bo Brîtanyayê, êvariya roja pêncşemê 16.09.2021ê  li Londonê, Nêçîrvan Barzanî serokê herêma Kurdistanê pêşwazî li Con Mêcer siyasetmedar û serokwezîrê berê yê Brîtanyayê û dostê gelê Kurdistanê kir.

Di dîdarekê da, serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê gelê Kurdistanê sipasiya Con Mêcer kir ji bo wê piştevanî û hevkariya di salên 90î sedsala borî da, di rojên teng û dijwar da pêşkeşkî gelê Kurdistanê kirîn, digel welatên din yên dost di hewara gelê Kurdistanê da hatin ku di encamê da biryara 688ê ya navdewletî hat pesind kirin û devera dijefirîn û hişargeha aram ji bo gelê Kurdistanê damezrand.

Serok Nêçîrvan Barzanî got: Gelê Kurdistanê çi cara hevsozî û dostîniya cenabê we û gel û hikûmeta Brîtanyayê û welatên din yên dost ji bîr nake û hertim dê bi qedir û rûmet li hevkarî, piştevanî û girnigîdana we ya berdewam bi doza rewaya gelê kurd binêre.

Ji aliyê xwe ve Con Mêcer soz û viyana xwe ji bo gelê Kurdistanê dupat kir ve û ji bo gel û tecrûbeya herêma Kurdistanê hêviya serkeftinê xwest. Rewşa siyasî û emnî ya Îraqê û herêmî bi giştî û rewşa îro herêma Kurdistanê tê da derbas dibe çend mijarên din yên dîdara serok Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Con Mêcer bûn.

Back to top button