Polîtîk

Çiray:Ji berî serdana Diyarbekirê li gel Ocalan hevdîtin kirine

Şêwirmendê Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Aytun Çiray di bernameya “Bê sansûr” a li Halk TVê hat weşandin de qala agahiyek girîng ên di derbarê serdana Recep Tayyîp Erdogan a Diyarbekirê  kir.

Di derbrê serdana Erdogan a Diyarbekirê de Aytun Çiray dibêje: “ Çapemeniya desthilatê piştî hilbijartina şeredariya Stanbulê heta niha , bi hemî awayî hewldide ku Tifaqa Millet têkbibe. Ji bo hilweşandina Tifaqa Millet gelek strateji bi karanîn. Abdullah Ocalan jî di nava vêde ye. Bala xwe bidinê serdana serokkomar a Diyarbekirê ispatae ku hevdîtin li gel Ocaln tene kirin. Ev agahî ketine deste me.

Desthilatdariya siyasî ji bo xapandina welatiyan hewl dide projeyek bi navê çareseriyê derxîne pêş, lê dîsa li gorî agahiyên ketine di deste me de ku ev agahî gelekî girîngin, serokê terorîstan ji AK Partiyê re gotiğe: Êdî guh nadin min, hûn herin û piçekî xelkê îqna bike… Paşê emê biaxivin”.

Berdewamiya axavtina xwe de şêwirmendê seroka IYI Partiyê dibêje: Weke kesekî ku bi salan e min ji burokrasî û siyaset nas kiriye, hûn ê teqdîr bikin ku ger min ev agahî  girîng nedîta min ê negotana. Lewma li pey pêvajoyeke nû ya çareseriyê ne. Di vî warî de ti pirsgirêkek wan bi Abdullah Ocalan re nîne. Lê belê pirsgirêkên wan bi welatiyên me yên li Başûrêrojhilat(bakurê Kurdistanê) dijîn re hene. Kî îro here cem hilbijêrên siyasî yên Başûrêrojhilat û bêje ‘Dengê xwe bidin Partiya Dad û Geşepêdanê’, qet guh nadin wan.”

Back to top button