Çîn: Em ji ber êrişên Îsraîlê gelekî nîgeran in

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Guo Jiakun li ser şerê Îran û Îsraîlê got, “Çîn ji ber êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê ku bûne sedema gurbûna ji nişka ve ya şerê leşkerî, gelek nîgeran e.”
Jiakun her wiha got, “Em dê pêwendiyên xwe bi aliyên pêwendîdar re bidomînin, dan û standinên aştiyê zêde bikin û xwe ji nearamkirina zêdetir a rewşa herêmê dûr bixin.”
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Guo Jiakun civîneke çapemeniyê li dar xist.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Guo Jiakun li ser şerê Îran û Îsraîlê pirsên Birêveberê Ofîsa Rûdawê ya Çînê Mehdî Ferec bersivandin.
Guo Jiakun got, “Çîn ji ber êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê ku bûne sedema zêdebûneke ji nişka ve ya aloziyên serbazî, gelekî nîgeran e.
Em bangî hemû aliyan dikin ku di zûtirîn dem de tedbîrên bilez bigirin ji bo aramkirina vê rewşa aloz, rê li ber aloziyên zêdetir ên herêmî bigirin û zemînê ji bo vegera li ser rêya diyalog û danûstandinan ji bo çareserkirina pirsgirêkan xweş bikin.”
Derbarê navbeynkarî û hewlên dîplomatîk ên welatê xwe de, Guo Jiakun got:
“Eger aloziya di navbera Îsraîl û Îranê de berfirehbûna xwe bidomîne, wê demê welatên Rojhilata Navîn dê bibin yekemîn alî ku zirarê bibînin.”
Li gorî gotina Guo Jiakun, Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi, bi awayekî cuda bi telefonê li gel wezîrên karên derve yên Îran û Îsraîlê axiviye û ji herdu welatan xwestiye ku “nakokiyên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin.
Pêwîst e aliyên pêwendîdar tedbîrên bilez bigirin daku berfirehbûna aloziyan kontrol bikin û rewşa aloz aram bikin.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê herwiha tekezî kir ku, “Hêz nikare aştiyeke mayînde pêk bîne û divê her nakokiyeke navneteweyî bi rêya diyalog û gotûbêjê were çareserkirin.
Divê herdu alî bi têgeha ewlekariya hevpar pabend bin, da ku nîgeraniyên hemû aliyan bi temamî werin çareserkirin.”