Çima ji ereban re helal e ji kurdan re heram e?
Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê li hember daxuyaniya Şêxatiya Ezherê ya li ser giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê nerazîbûn nîşan da û got: “Daxuyanî bir bi stem, neheqî, ne rast û xelet e.”Roja 2ê Cotmeha 2017ê Şêxaniya Ezherê ya Misirê li dijî giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê daxuyaniyek belav kiribû û piştgiriya xwe ji bo yekparçebûna xaka Iraqê anîbû ziman. Hikûmeta Iraqê jî ji ber vê daxuyaniyê destxweşiya Ezher kiribû.Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê bi 7 xalan bersiv da daxuyaniya Şêxaniya Ezherê û ragihand: “Me di çarçoveya yasa, destûr û şerîetê de de daxwaza mafên xwe kiriye. Bi xwîna şehîdên xwe azadî û dewleta xwe ava dikin.”Di daxuyaniya Wezareta Karûbarên Olî de tê gotin: “Daxuyaniya Ezher ya li dijî gelê me pir bi stem, neheqî, risteyên ne rast û xelet e. Me ev tişte ji Ezher bi hêvî nedikir, ku destê xwe ji biratî û dilsoziya Kurdistanê vekişand. Çendîn sal e pêwendiyên dîrokî di navbera Kurdistan û Ezher de heye, ku bingeha vê jî li ser biratî û rêzgirtinê bûye. Lê derkete holê ku Ezher di xeyalekê de ye û xewna mislimanan jî di aliyekê din de ye.”“We bi çavê xwe bidîta baştir bû” Wezareta Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê balkişande ser rola Selahaddînê Eyûbî ya di çaksaziya Ezherê de û diyar kir: “Ji ber vê role Ezher bû kelha mezin a zanistên îslamî yê gelên misliman. Zanayên kurd di pêşvebirina zanistên şer’î yên mîrateyên Ezher de roleke berçav dîtine. Hêja nebû, ku zanayên Ezherê û Îmamê Mezin, berevaniya hikûmetên Iraqê bikin, ku ev 100 sal in yek li pey ya din zilmê li gelê kurd ê misliman dikin. Herwiha hêja nebû piştgiriyê bidin vê rewşa bi stem a Sykes Picotê bikin, ku dagirkerên biyanî dirûst kirine.”Di daxuyaniya xwe de Wezareta Karûbarên Olî destnîşan dike, ku di pirtûkên fiqhe de sînorên Iraqê heta Çiyayê Hemrîn û başûrê Tikrîtê ye û dibêje, ya baş ew bû, ku Ezher şandekê bişîne da ku di cîh de rewşê bibîne ne ku bi bihîstin daxuyaniyan bide.Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê 7 xalên bersivê wiha bi rêz kirin:1 – Hûn behsa têkçûna “kelha sunniyan” dikin ji ber serxwebûna me. Ma ew zanayênw e yên serdana Kurdistanê kiribûn, ji we re negotin, ku wan bi çavê xwe dîtine çawa Kurdistan bûye kelha sûnneyên ji Iraq û Sûriyê hatine derkirin. Me bi şahidiya zanayên we, bi zîrekî û berxwedana pêşmergeyên Kurdistanê sunnî parastn û parastina prensîbên biratiyê kir. Îro xwîna wan bûye hêwina dewleta me.2- Şîretan li ser bi hevre jiyanê li me nekin. Em di vî warî de pêşeng in û li wezareta me rêveberiyeke giştî heye, ku nûnerê hemû ol û baweriyan tê de ye. Lê mislimanên Bexdayê bi xwe hevûdin qebûl nakin, ku du dîwanên mezhebî yên weqfa şîe û sunnî li wir heye. Ew hikûmeta mezhebî ya destxweşiya we kir bi xwe sedema vê tevlîhevî neyariya di navbera sunnî û şîeyan de ye. Ti derdeserî nemaye vê hikûmetê bi ser sunniyan de neaniye.“Rondikên tîmsahî bo çi ne?”3 – Em pirs dikin, ev rondikên we yên tîmsahî yên ji bo yekparçebûna xaka Iraqê yê çi ne, ku ev çendîn sal e em ji destê hikûmetên Iraqê rastê stem, kuştin, birîn û derbederî dinalin. Ka helwesta we ya li hember vê zilma li hember gelê kurd ê misliman hatiye kirin çi ye?4 – Ji we re radigihînin, ku me di çarçoveya yasa, destûr û şerîetê de daxwaza mafên xwe kiriye. Bi xwîna şehîdên xwe azadî û dewleta xwe ava dikin. Karesatên Enfalê, ku bi dehan hezar hemwelatiyên bê tawan şehîd bûn, zanayên Ezherê bi çavê xwe gorên wan ên bi kom dîtin, bi çekên kîmyewî bombebarankirina Helebceyê, birîna meaşên fermanberên Kurdistanê ji aliyê hikûmetên mezhebî yên Bexdayê ve hiştin ku gelê kurd biryara xwe bide.5 – Em pir li ser berjewendiyên birayên xwe yên sunniyên Iraqê radiwestin. Lê mîlîsên şîe bi xwe bi awayeke dirinde zilmê li sunniyan dikin, nasnameyên wan jê dibin, zanayên wan dikujin, mizgeftên wan dagir dikin û diteqînin, sunniyan ji warê bavûkalên wan derdixin. Em dipirsin kanê daxuyaniyeke we ya li dijî van kiryaran? Di vê rewşê de, pir zehmete ku di bin destê mîlîsên şîe de sunniyek bikare bi aramî perestina Xweda bike. Gelo krîstiyanek dikare bêyî tirs li dêra xwe îbadeta Xweda bike? Lê li Kurdistabnê rewş cuda ye. hemû îbadet û perestin bi rehetî, bêyî tirs û kameranî tê kirin.“20 dewletên ereban helal in dewletekî kurdan heram”6. Baş e hûn ji ber çi lomeya li me dikin, ku çend hemwelatiyekê ala Îsraîlê bilind kirine didemekê de ku nêrîna serkirdetiya Kurdistanê li ser v ê yekê nîne. Lê hûn bixwe alên îsraîlê li ser serê malên xwe liba dikin û balyozxaneyên wan eşkere li welatê we heye, hermae kes li tenişt re derbas bibe. Ev çendîn sal e em ala Filîstînê li welatê xwe bilind dikin, li ser mînberên mizgeftên xwe berevaniya mafên wan dikin. Gelo ev e heqê van nêzîkbûnên me ye? Em vê dipirsin; çima ji ereban re helal e 20 dewletên wan hebe, çima ji me 40 milyon kurdan re hebûna dewletekî heram be? Çi ye sedem vê mafê me ji me kêm dike?7 – Em ji we re radigihînin, ku vê daxuyaniya we hestê hemwelatiyên Kuridstanê yên li hember we gelek xirakir. Em mizgînî didin we ku gelê Kurdistanê dewleta xwe bi xwîna şehîdan dadimezrîne. Emê dewletekî ava bikin, ku tê de prensîbên bihevre jiyan, aştî û hev qebûlkirinê werin berçavgirtin. Rûdaw