CivakRojev

Çima di hilbijartinên herêmî de AK Partiyê deng winda kir?

Di rapirsîna ku hat kirin de dixweyê  berteka hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê dewam dike. Rapirsînê de ji welatiya hat pirsin: “Li gor we sedema herî girîng a ku AK Partiyê di hilbijartinên herêmî de wenda kiriye çi ye?” Ji sedî 51,9ê kesên ku bersiva pirsê dan, gotin ku AK Partiyê ji ber buhabûna jiyanê deng winda kiriye, ji sedî 13,4ê wan jî sedema windakirina dengan bi xaneşîniyan  ve girê didin.

Di hilbijartinên herêmî yên 31’emîn de ku CHP piştî salên dirêj bû partiya yekemîn, lêkolînek balkêş hat kirin. Di lêkolînê de ji welatiyan hat pirsîn “Li gorî we sedema herî girîng a ku AK Partiyê di hilbijartinên herêmî de deng winda kiriye çi ye?”

Di rapirsîna ku Asal Research di navbera 20-21 Nîsanê de bi 2 hezar kesî re kiriye, beşeke girîng a beşdaran, ji sedî 51,9, windabûna dengên AK Partiyê bi lêçûna giran a jiyanê ve girê dide. Di heman rapirsînê de rêjeya kesên ku îdia kiribûn ku AK Partiyê ji ber xaneşîniyê deng winda kiriye ji sedî 13,4 e kesên ku dibêjin ji ber namzedên kal û pîr û ne rast deng wenda kirine jî ji sedî 12,5 e.û yên dibêjin Ji ber pirsgirêka penaberan deng winda kirin ji sedî 4 bû.

Encamên rapirsînê ev in:

Aborî / Enflasyon / Lêçûna Jiyanê: 51,9%

Xaneşînî: 13,4%

Namzetên xelet: 12,5%

Pirsgirêka penaberan: 4.0%

Girtina rêveberiya AK Partiyê ji gel: %3,8

Ajalên gerok: 2.0%

CHP çêtir dixebite: 1,5%

Bêedaletî: 1,4%

Gotûbêjên li ser Fenerbahçe: 1,2%

Bazirganiya bi Îsraîlê re: 0,7%

Pirsgirêka Kurd: %0.6

Yên din: 3.1%

Bê fikir / Bê bersiv: 3,9%

Ji aliyê din ve lêkolîna sedemên kêmbûna dengên AK Partiyê yên di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de berdewam dike. Tê payîn ku di rojên pêş de serokên parêzgehan rapor û lêkolînên xwe yên li ser windabûna dengan pêşkêşî Serokomar Erdogan bikin. Di civînê de serokên parêzgehan jî dê li ser sedema kêmbûna dengan nêrînên xwe bînin ziman. Erdogan dê di 22ê Gulanê de, hefteyek piştî civîna serokên parêzgehan, Komiteya Reveberiya Partiyûê dicive. Tê payîn ku di civînê de pêvajoya kongreyê were zelalkirin.

Back to top button