Cihana Piştî Koronayê
Çawa ko mirovahî piştî Hîroşîma û Nakazakiyê derbasî qonaxeka nû bû, piştî Coronayê jî derbasî qonaxeka nû ya dîroka xwe bû. Dîrokeka ko li beranberî ne hema gerdûnê, lê beranberî vê extera biçûk a bi navê erdî jî pir-pir kurt e. Dîroka mirovê bejin-bostê bê-şîyan û mejî-kulim tijî ye ji poz-bilindiyeka mezin, pozbilindiyeka ko bi tenê li beranberî bê-desthilatî û cehaleta wî ya bê-dûmahî gelek zeq û berçav diyar dibe.
Mirovên şkeftan di xwe-parastinê da rikeberên hovan bûn. Hêşta jî dibê rikeberên vîrûsên biçûk yên mîna Coronayê bin, lê xwe bi xudanên erd û esmanan dizanin û zû-bi-zû ji bîr dikin ko çend bê-desthilat in. Her ji ber vê nezanî û pozbilindiyê ye ko niha jî çi welatekê zil-hêz niye di hizra şerên jînzanistî anko biolojîk da nebe.
Hemî zilhêzan projeyên şerên jînzanistî (biyolojîk) hene. Armancên ragihandî yên wan projeyan cûda ne, lê naveroka wan her yek e. Welat hene ko dibêjin ji bo zêdekirina şîyanên xwe ji bo bergirî ya li dijî şerekê jînzanistî li ser wan projeyan kar dikin. Lê ev çi ji naveroka babetî naguhêre.
Bila mînakekê bidim. Heger di heyamên berê da welatekî firokeyên pêşketî yên şerî çêkiriban, dibiya ji bo bergiriya li beranberî wan firokeyan projeyên wekî radarên bi hêztir an mûşekên dijî firokeyan yên baştir heban. Anko teknolojî ya şerî (li vêderê firoke) û teknolojî ya bergiriyê (li vêderê radar an mûşek) du cûreyên bi tevahî cida yên teknolojiyan bûn. Lê niha di şerê jînzanistî anko biolojîk da, teknolojî ya êrîş û şerî û ya bergiriyê gelek ji hevdu cûda nîne. Anko welatên ko dixwazin çekên jînzanistî çêbikin û yên ko dixwazin li dijî wan çekan bergiriyê li xwe bikin, herdu dibê her li ser wan kereste û bûnewerên zindî yên jînzanistî kar bikin.
Li goreyê jêderên dîrokî yên gumanbirr, ji bo cara pêşîn leşkerên Cengîzê Mexol li dema dorgirtina bajarê Kafayê li Qirrimê mirîyên xwe yên ko ji ber nesaxiya taûnê miribûn bi ser şûreyên bajarî da dihavêtin nav bajarî. Merema wan ew bû ko xelkê dorgirtî yê bajarê Kafayê bi taûnê miriban. Dîroknas ne yekdeng in ka jêdera wê taûna mezin ya ko hemî Ewropa û Bakurê Efrîqayê vegirt û zêdetir ji 20 milyon kesan kuştin jî, her ew Taûn bû an ne.
Lê Ingilîzên ne gelek kêm ji Mexolan in jî li sala 1763 ê li şerê dijî xwecihiyên Amerîkayê (anko Hindî yên sor) nesaxiya xurîkê (Smallpox) bi kar îna. Ingilîzan li sala 1789 ê jî nesaxiya xurîkê wekî çekekê jînzanistî li dijî xwecihîyên Awustralyayê bi kar îna. Ev bizavên berî zanistê nûdem bûn.
Ingilîzan di Şerê Cihanî yê Duyê da û bi fermana Wînstonê Çirçîl projeyeka mezin ya çekên jînzanistî yên wekî birîna reş (Anthrax), botolîzmê (Botulism) û taya Maltayê dest pê kir. Ji ber ceribandina wan çekan heta 65 salan gizîrt (girav) anko cizîreyeka Skotlandayî pîsbûyî mabû. Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê jî her di Şerê Cîhanî yê Duyê da dest bi projeyeka mezin a çekên jînzanistî kir. Lê projeya bomba navokî ya ko Hîroşîma û Nakazakî wêran kirin şer gihand dûmahiyê, lewma delîveya bikarînaneka berfireh neda wê projeya çekên jînzanistî.
Dihêt gotin ko her di Şerê Cîhanî yê Duyê da, Japonê jî bi teknolojiyeka paşkevtîtir projeyeka çekên jînzanistî li Çînê li dijî çekdaran û bajarî yên bê-çek bi kar îna. Wan li Çînê nêzîkî nîv milyon kesan bi çekên jînzanistî kuştin ko 1700 kes ji wan çekdarên arteşa Japonê bi xwe bûn.
Piştî Şerê Cîhanî yê Duyê jî karkirina li ser projeyên çekên jînzanistî parçeyeka girîng ji mezaxtinên ji bo çekan bi giştî bûne. Li goreyê gelek peymanên navneteweyî bikarînan û çêkirina van çekan berbendkirî ye, lê hemî welatên zilhêz bi nepenî li ser wan çekan kar dikin.
Nemaze piştî bûyerên 11ê îlona 2001ê, Amerîka û pirranî ya welatên mezin girîngiyeka zêdetir ji berê bi lêkolînên li ser van coreyên çekan didin. Heyamekê piştî wê bûyerê, hindek nameyên pîskirî bi bakteriyaya brîna reş bi rê ya berîdê (posteyê) ji bo hindek kesan û cîhan li Amerîkayê hatin hinartin. Wekî dihêt gotin, pênç kes bi wan nameyan hatin kuştin, lê heta niha jî bi diristî nehatiye zanîn kî ew name dihinartin.
Li sala 2013ê, pejîkeka nesaxîya ebolayê (ko heta niha bê-derman e) li Rojavayê Efrîqayê nêzîkî 23870 kes tûş kirin ko nîvek ji wan (11323 kes) mirin. Ew nesaxî hêşta jî metirsiyeka mezin li ser saxlemîya cîhanê dihêt hesibandin.
Li salên 2002-2003ê, pejîkeka bi navê Konîşan anko sendromaa Bertengî ya Pişîyê ya Demildest anko SARSê, ko vîrûseka koma Coronayê binas anko sedemkara wê bû, li Başûrê Çînê dora 8098 kes tûş kirin ko 774 kes ji wan mirin (anko hema bibêje ji deh kesan yek). Ji sala 2004ê heta niha çi nesaxên dî yên SARSê nehatine veniyasîn.
Li sala 2012ê, di nav pejîkeka persîvê da li Erebistana Seûdî, nesaxek hat pişkinîn ko tûşî vîrûseka nû ya Coronayê bûbû. Pizîşkan hingî navê wê vîrûsê kir vîrûsa Cronayê ya nû-2012, an hema bi kurtî Coronavîrûsa nû (Nûkov, nCoV). Heta 2015ê li zêdetir ji 25 welatan, ji wan jî Erebistana Seûdî, Urdin, Qeter, Misir, Mîrgehên Erebî yên Yekgirtî, Kuwêt, Tirkiyê, Cezayîr, Bangladêş, Endonezyayê, Amerîkayê û Çînê gelek kes bi nesaxiyeka pişiyê anko henaseyê kevtin ko navê wê bû Konîşana Bertengîya Pişiyê ya Demildest ya Rojhilata Navîn (Mers). Hingî navê vîrûsê jî guhart û bû Mers-Kov anko Coronavîrûsa Mersê.
Tiştê balkêş di heqê vîrûsa Coronaya Mersê da ew e ko zêdetir ji 7 jêderên cûda yên heywanî ji bo wê nesaxiyê hene. Ev gumanê li ser serokanîya serhildana wê çê dike. Anko dibe bi dest ew heft coreyên vîrûsê di yek demê da hatibin çêkirin.
Li dûmahîya sala 2019ê, li bajarê Wûhanê li istan anko wîlayeta Hubeyî ya Çînê nexweşiyeka dî ya bertengîya pişiyê serî hilda ko pişkinînan derêxist vîrûsa binasa wê ne vîrûsa Coronaya Sarsê bû. Lewma zû navê wê bû Sarsa 2ê (Konîşana Bertengîya Pişiyê ya Demildest-2). Paştir navê nesaxiyê bû nesaxiya Coronavîrûsê ya 2019 ê (Nekov-19 an bi Ingilîzî Covîd-19). Ev nesaxî hêşta germ e û heta dema nivîsîna vê nivîsarê jî zêdetir ji 150 hezar kesan li zêdetir ji 143 welatên cihanê tûş kirine ko nêzîkî 5730 kes ji wan mirine.
Gelek guman li ser xweriskê van hemî pejîkan hene. Kes hene ko hizir dikin ev pejîk parçeyek ji wan lêkolînan in ko ji bo çêkirina çekên jînzanistî dihên kirin. Ko heger weha be, tiştê balkêş cidatîya di navbera van pejîkan û çekên jînzanistî yên berê, anko yên serdema Şerê Cîhanî yê Duyê, da ye.
Li destpêkê, tekeza piranî ya çekên jînzanistî yên ko Ingilîzan, Amerîkayiyan an Japoniyan bi kar dianîn li ser mîkrobên wekî Antraksê an vîrûsên wekî Xurîkê bûn. Hindek bizav hebûn ko jehra bakteriyayan (wekî Botolîzmê) wekî çek bi kar înaban.
Jêhatîbûna wan hûrjînwer anko mîkroban wekî çek di wê da bû ko amadekirina wan çekan sanahî bû. Hûrjînwereka wekî Basîlus Antrasîzê ko dibe sedema nexweşîya birîna reş anko Antraksê dikare şkûlk anko tîvilekê req li dora xwe çêbike û çend salan li derve bijît. Lewma wekî çek jî embarkirina wê sanahî ye. Nimûneyeka dî ya hûrjînewerên ko li destpêkê wekî çek hatin bikarînan Yersînya Pestîs bû ko sedema nesaxî ya taûnê ye. Ev bakteriya ji ber wê wekî çek hatibû hilbijartin ko gelek bi rehetî bi rê ya kêçan dihat vedguhastin. Nimûneyeka bikarînana wê ew bû ya ko Japoniyan li dijî Çîniyan bi kar îna.
Lê li van salên dûmahiyê tekeza çekên jînzanistî zêdetir li ser vîrûsan e. Sedemên vê dikarin gelek bin, lê yên serekî dikarin ev bin: 1. keresteyê bomayîk anko genetîkî yê vîrûsan gelek ji yê bakteriyayan kêmtir e. Ev jî serederîkirina digel wî keresteyî sanahî dike. Li şûna wê ko di endazyarîya genan da serederî digel bi milyonan genên bakteriyayan bihêt kirin, dê serederî digel çend sed genan bihêt kirin. 2. vîrûs li derveyî leşê giyanewerên dî najîn. Ev jî dikare bi awayekê tektîkî tiştekê baş be. Bo nimûne, dema bakteriyayeka wekî Basîlus Antrasîzê li berokeka şerî li dijî dijminan bihêt bikarînan, ew bakterî dikare heyameka dirêj li wan herêman bijît û leşkerên xweyî jî tûşî birîna reş bike. Lê heger vîrûseka wekî Coronayê bihêt bikarînan, hema çend rojan an çend seetan leşkerên xweyî dikarin biçin wan deverên ko dijmin lê hatiye vebirandin û çi arêşeyên mezin rû nadin. 3. Bakteriyayên wekî Basîlus Antrasîzê bi rehetî ji kesekê nesax derbasî kesekê sax nabin. Lewma dibê çek bi rengekê berfireh bihêt bikarînan da ziyanên dijminî mezin bibin. Her bi wî rengî veguhastina bakteriyaya nexweşiyeka wekî taûnê dibê bi rêya kêçan ji kesekî bo kesekê dî bihêt veguhastin. Dermanên dijî kêçan jî dikarin rêyê li vê veguhastinê bigrin. Lê nesaxiyeka vîrûsî ya wekî Coronayê bi rehetî dikare bi rêya pişî anko henaseyê derbas bibe û gelek ji dijminan tûş bike. 4. ev hemî jî weha dikin ko barê aborî yê serederîkirina digel vîrûsan siviktir be.
Encama vê hemiyê çi ye? di van çend salên bihurî da, destkevtîyên mezin yên zanistî ji tecrîbeyên pizişkî di serederîkirina digel nesaxîyên wekî Ebolayê, SARSê, Taya Xwînberbûnê û niha jî Coronayê bi dest ve hatine. Bi dîtina min, pêngava bihêt dê têkilkirina şîyanên vîrûseka wekî Ebolayê digel vîrûseka wekî Coronayê an baştir ji wê be. Ji xwe vîrûseka hema bibêje wekî vê hebûye jî. Vîrusa nesaxî ya xurîkê wekî Coronayê bi rehetî ji kesekî derbasî kesê dî dibû, lê hindî Ebolayê kujek nebû.
Ebola nîvek ji kesên tûşbûyî dikuje û her ji ber vê jî kesên hingavtî gelek zû ji pêyan dikevin û nikarin bi berfirehî xelkê derdora xwe nesax bikin. Lewma jî hejmara tûşbûyiyan ne gelek mezin bû. Li alîyê dî vîrusa nesaxiyeka wekî Coronayê heta çend rojan dikare bê diyarbûna nîşanên nesaxiyê ji kesê nesax derbasî mirovên sax bibe û gelek kesan tûş bike. Lê jiber ko gelek kujek niye û bi tenê 3 kes ji her sed kesên tûşbûyî dikuje nikare çekekê baş be.
Bi vî awayî, hêzên ko li çekekê jînzanistî yê xurt digerin bi tenê pêngavek maye ko bigehin armanca xwe. Bi tenê maye ko ew bi endazyarîya genan şîyanên kujekî ya vîruseka wekî Ebolayê û berbelavbûna vîruseka wekî Coronayê di yek vîrusê da kom bikin. Hingî dê çekê wan yê jînzanistî amade be. Du arêşe dê hebin ko ew jî di şerekê rû-bi-rû da nabin pirsgirêkeka gelek mezin. Arêşeya yekê ew e ko vîrus wekî niha dikare li gelek welatan belav bibe. Bo nimûne heger em ji wan kesên ko dibêjin ev Corona çekekê Amerîkayî li dijî Çînê bûye bawer jî bikîn, em dibînîn ko ew vîrus gehişt Amerîkayê bi xwe jî (Em behsa hevalbendên wê yên Ewropayî her nakîn). Lê di dema şerekê rû-bi-rû da, bêguman, hatinûçûna di navbera Amerîkayê û Çînê da namîne. Jiber wê jî metirsîya tûşbûna xweyiyan namîne. Arêşeya duyê dibê kontrolkirina nesaxiyê be ko ji sînûrên diyarkirî yên bikarînana çekî berfirehtir nebe. Ev jî bi du rêyan çareser dibe: Yek. dorpêçkirina herêma ko çek lê hatiye bikarînan da kes bi saxî jê xelas nebe, du. Hebûna derman an vaksînekê jibo parastina xweyiyan û dostan ji ziyanên wî çekî. Ev her du jî dê parek bin ji wê bernameya çekên jînzanistî yên qonaxa nû ya hovatî ya mirovê şehrewar.
Lewma paşeroj reş e. Mirovê mejî-kulim ê nezan êdî xudêtiyê dike.
Lezgînê Çalî