CîhanPolîtîk

Cîhan rêz li rola pêşmerge digre

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Tom Bekêt Şanda Taybetî ya Asayîşa Hikûmeta Brîtanya ya Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Serbaziyê Brîtanya ya Rojhilata Navîn û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de şanda taybetî ya Asayîşa Hikûmeta Brîtanya pîrozbahiya serkeftinên hêzên Pêşmerge ya li azadkirina Şingal û şikestdana terorîstan kir û pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina wan serkeftinan da hebû û ragihand ku cîhan rêz ji bo rola mîhwerê Pêşmerge heye ku li kirdarî de rûbirûyê terorîstan bûye. Li gel ewe da jî agahdarî wan guvaşên aborîne ku li encama têçûnên şer û hatina koçberan û dabezîna nirxa neft Herêma Kurdistanê li xwe girtiye.Li beranber da Serok Barzanî spasî helwesta Brîtanya û welatên hevpeymanan kir ku li şeran da palpiştê hêzên Pêşmerge bûn û piştevaniyên asmanî bi bandor wesif kir. Li beşekî dinê civînê da Serok Barzanî behsa rewşa meydanî ya bereyên şer û operasyona azadkirina Şingalê kir û her wiha tîşk xiste li ser qurbanîdana Pêşmerge û xweragiriya gelê Kurdistanê li derbaskirina tehdidan.Her li vê kombûnê da behsa pêdiviyên serbaziyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li bereyên şer kir. Rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û her wiha paşaroja Iraq û qonaxa piştî Da’îş û çawayiya rûbirûbûna hizra tundrewî mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Back to top button