PolîtîkRojev

Cih nedan zimanê Kurdî

Yekitiya Baroyên Tirkiyê (TBB) û Komîsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY), bi projeyeke hevkariyê ji bo alîkariya dadî bidin penaberên li Tirkiyê ku zimanê wan ne Tirkî ye, bi zimanên Erebî, Farsî, Fransî û Darî xeteke telefonê ava kirin. Lê her du saziyan di projeyê de cih nedan zimanê Kurdî ku ji aliyê bi hezaran penaberên Rojavayî ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dijîn, tê bikar anîn.

Komîsyona Mafên Penaberan a Baroya Mêrdînê, ji bo zimanê Kurdî xeta telefonê bê zêdekirin, serî li Yekitiya Baroyên Tirkiyê da.

Baroya Mêrdînê ragihand, di nav penaberên ji Sûriyê koça Tirkiyê kirine, hejmareke zêde Kurd hene û di belgeyên fermî de jî zimanê wan ê dayikê wek Kurdî hatiye tomarkirin û ji bo alîkariya dadî divê zimanê Kurdî jî li xeta telefonê ya alîkariya dadî bê zêdekirin.

Di daxwaznameya ku ji aliyê Sekreterê Giştî yê Baroya Mêrdînê Parêzer Sezgîn Dînç ve hatiye îmzekirin de, hat gotin ku ji bo zimanê kurdî daxwazeke cidî ji baroyê heye.

Baroya Mêrdinê di daxwaznaya xwe de dibêje: “Hat diyarkirin ku pêwîstî bi piştgiriya wergera kurdî heye û kêmasiya kurdî kêmasiyeke mezin e. Li gorî amarên Rêveberiya Îdareya Koçê yên 24ê Adara 2022an belav kirin, li Mêrdînê 91 hezar û 686, li Tirkiyê jî 3 milyon hezar û 75 hezar û 501  penaberên Sûrî hene.  Li gor  amarên mafên pêkhateyên navneteweyî ji sedî 10 heta 12 ji nifûsa Sûriyê Kurd in. Her dîsa ji ber nifûsa Kurdên Êzîdî yên ku li navçeya Midyada Mêrdînê di bin statuya parastina navneteweyî de dijîn û zimanê wan ê dayikê Kurdî ye, pêwîstî bi piştgiriya xeta wergera Kurdî heye. Ji ber sedemên ku me li jor diyar kirin, li gorî prensîbên wekheviya di gihandina dadwerî û aboriyê de, em daxwaz dikin ku bi hevkariya Yekitiya Baroyên Tirkiyê û Komîsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî di çarçoveya alîkariya hiqûqî de xeteke piştevaniya wergera Kurdî bê avakirin.”

Back to top button