Polîtîk
Cîgirê Wezîrê Derveyê Rusyayê hate Kurdistanê
Mikhail Bogdanov Cîgirê Wezîrê Derveyê Rusyayê, îro çarşem 29.01.2020 demjimêr 11.57 ji Moskowayê raste rast hate Hewlêra paytexta Kurdistanê.
Li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Sefîn Dîzeyî Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin û biryare li gel berpirsên bilindên Kurdistanê çendîn hevdîtinan encam bide û rewşa dawiya herêmê û peywendiyên di navbera Rusya û Kurdistanê binirxînin.