Cîhan

Cîgirê Nûrsûltan Nazarbayêv ji hêla Asambleyê da kurde

Qazaxistan di nava Yekîtiya  Dewletên  Serbixwe da tê hesabkirinê çawa dewleteke dêmogirasî. Hemû netewa û kêmnetewa mafê  wanî, çandî, hunerî û civakî hatîye danê û bi Qanûnnema Qazaxistanêva hatîye îzbatkirinê.

Sala 1995-a ji aliyê serokkomarê Qazaxistanê  N. Nazarbayêv Yekîtiya Qelên Qazaxistanê hate avakirinê. Knyazê Îbrahîm Mîrzoyêv 20 sala zêdetire ku di Yekîtîya da kar  û xebata candî, hûnerî û civakî dimeşîne. Ew 10 sala zêdetire ku serokê Fêdêrosîyana Kurdê Qazaxistanêye «Berbang»e.

24 meha Nîsanê li bajarê Astanê Yekîtiya Gelê Qazaxistanê civiya. Di civîne da pêşniyariya  professor û rojhilatzan Knyazê Îbrahîm Mîrzoyêv pêşda hate kişandin ku bibe cîgirê serokê  Yekîtîya Qelê Qazaxistanê.

Di civînê da  ew pêşniyarî hate pejirandin. Serokê Federasêyona Kurdê Qazaxistanê «Berbang» Knyazê Îbrahîm Mîrzoyêv bi yekdengî  hate bijartin  cawa ku cîgirê N.A. Nazarbayêv ji hêla Yekîtîya Qelên Qazaxistanê.

Ev xemxurîya seyaseta dewletêye  here başe,  ya here dîrokîye  û berbiçave hinberî gelê kurdê Qazaxistanê.

Back to top button