CîhanPolîtîk

Cîgira serokwezîrê Swêdê li Kurdistanê bû

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Isabella Lovin cîgira serokwezîrê Swêdê û şandeya pê re kir û wê şandeyê sipasiya hikûmet, xelk û pêşmergeyê Kurdistanê kir ku hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberên destê terorê parastine û hewandine.Di civînekê de ku Qunad Talebanî cîgirê serokwezîr û hijmareke wezîr û berpirsên Herêma Kurdistaê amade bûn,  şandeya Swêdê behsa  serdana xwe ya bo kampên koçber û penaberan kir û alîkariyên hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkeşê wan kampan kirine bilind nirxandin û bi pêwîstî zanî ku civaka navdewletî  di vî warî de zêdetir hevkariya Herêma Kurdistanê bike.Cîgira serokwezîrê  Swêdê got ku dê welatê wê li ser hevkarîkirina Herêma Kurdistanê di warên mirovî û leşkerî de berdewam be û di avakirina deverên ji bin destê terorîstan hatine rizgar kirin beşdar be.Şandeya hikûmeta Swêdê, pêngavên hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê çaksaziyê, bi taybetî di warê pircurekirina çavkaniyên dahatiniyê de, avêtine bi pêngavên baş û erênî wesif kirin.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya Swêdê kir ku di warê mirovî û leşkerî de alîkariya Herêma Kurdistanê dike û daxwaz kir ku Swêd li ser pêşkeşkirina alîkariyan berdewam be.Barzanî ji şandeya Swêdê re got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji wan qerzên navdewletiyên bi Îraqê tên da sudmend nebûye û Bexdayê ev pirs piştguh xistiye  û daxwaz ji şandeya swêdî kir ku li nawendên navdewletî ev pirs bê gotûbêj kirin û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji wan qerzan mifadar be.Serokwezîrê Kurdistanê ji şandeya mêvan re behsa pirosesa çaksaziyê û ew pêngavên heta niha hikûmetê di vê çarçoveyê de ji bona rûbirûbûna kirîza êkonomî avêtine kir û got ku hikûmet piştgiriya sektora taybet dike daku aborya Herêma Kurdistanê geş bibe. 

Back to top button