Polîtîk

CHP li Sêrtê pişgiriya BDPê dike

Li Bajarê Sêrtê berendamê CHPê yê şeredariya Sêrtê ji berendametiyê xwe da aliyekî. Niha li Sêrtê berendamê CHPê tuneye.

Berendamê CHPÊ Galip Çakmak konferansek çapemenîyê li darxist û sedema ku xwe dayî aliyekî eşkere kir.

Galip Çakmak got: Ji berî niha 10 rojekî heyetekî ya CHPê ku di nav de cîgirên serokê partiyê jî hebûn serdana Sêrtê kirin.Endamê Meclisa CHPê Bulut di nava heyetê de bû. Bulut axavtinek kir û got: Dengên xwe bidin BDPê. Ev di siyasetê de ne tiştek ehlaqiye. Dema berendamek ji partiya mirov hebê mirov ji bo berendamê partiyek din denga naxwaze. Ji bo vê yekê ez xwe didim aliyekî.

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Çakmak got: CHP li Stanbolê tesbîha belav dike,li Enqere wek MHPê hereket dike, li Îzmîrê ala Tirkî bilin dike û li Sêertê ji bo BDPê kar dike. ev yek nabe.

Back to top button